Bernameya perwerdeyê li Sûriyeyê, hilbijartinên Îsraîlê û şerê Îranê rojeva rojameyan bû

Piştî guhertina pirtûkên perwerdeyê û rewşa siyasî û çandî ya rejîma nû li Sûriyê, pirsên li ser nasname û siberoja Sûriyeyê têne kirin. Di heman demê de, rojnameyan bandorên hilbijartinên li Îsraîlê û pevçûna berdewam bi Îranê re şopandin.

Bernameya perwerdeyê li Sûriyeyê, hilbijartinên Îsraîlê û şerê Îranê rojeva rojameyan bû
3 mijdar, 2026   10:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên îro sibehê, pêşketinên li qada Sûriyeyê yên têkildarî guhertinên ku bandorê li rêbaz û pirtûkên perwerdeyê li Sûriyeyê dikin, bandorên hilbijartinên Îsraîlê û siberoja di navbera Îran, Îsraîl û Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê de şopandin.

LI SER GUHERTINA PIRTÛKÊN PERWERDEYÊN YÊN DIBISTANAN LI SÛRIYEYÊ

Di derbarê rewşa Sûriyeyê de, rojnameya El Ereb a li Londonê behsa nakokiya ku ji ber guhertinên dawî yên di pirtûkên dibistanan de derketiye holê kir. rojnameyê diyar kir ku pirsgirêk ji nûkirina rêbazan wêdetir diçe, digihîje nakokiyeke kûr li ser nasnameya Sûriyeyê, bîra wê ya dîrokî û siberoja nifşên wê.

Rojnameyê destnîşan kir ku guhertin rakirina wêneyên jin û keçên nepêçayî, jêbirina wêneyên peyker û berhemên hunerî yên navdar ên cîhanê, di nav de Mona Lisa, û her weha guhertinên nexşeyan û naveroka dîrokî vedihewîne.

Bi taybetî, herêma Îskenderûnê ji nexşeyên Sûriyeyê hate rakirin û kesayetiyên dîrokî yên bi berxwedana li dijî desthilatdariya Osmanî ve girêdayî ji nû ve hatin danîn.

Rojnameyê diyar kir ku guhertinên di bernameyên perwerdeyê de ji aliyê perwerdeyê wêdetir diçin û pirsên li ser nasname û siberoja Sûriyeyê derdixin holê. Her iah destnîşan kir ku Tirkiye dixebite ku leza xwe li ser îslamîzekirina Sûriyeyê ferz bike û xuya ye ku celebek nû ya wesayetê li ser welêt ava dike.

HILBIJARTINÊN ÎSRAÎLÊ Û WELATIYÊN EREB ÊN ÎSRAÎLÊ

Li ser mijara Îsraîlê, rojnameya El Erabî El Cedîd li ser bandorên hilbijartinên Îsraîlê axivî, û bal kişand ser zêdebûna gotinên dijî-Ereb û helwestên hêzên siyasî yên Îsraîlê ku avakirina dewletek Filistînî an jî tevlêbûna partiyên Ereb di hikûmetê de bêyî şertên siyasî red dikin.

Rojnameyê destnîşan kir ku lîsteyên Ereb ên ku 19 kursiyan bi dest dixin pêşkeftinek siyasî ya girîng û şokek ji bo tevgerên rastgir çêkir. Lêbelê, ev destkeftiya hilbijartinê, wan endamên parlementoyê yên Ereb dixe pêşberî dijwarîya veguherandina vê destekeftiyê hêzek siyasî ya bi bandor, ji ber dabeşbûn û helwestên hişk ên Îsraîlê.

ÎRAN: DI NAVBERA VEBIJARKA SAMSON Û DÎPLOMASIYA PEYMANA MEKKEYÊ DE

Derbarê şerê li dijî Îranê de, rojnameya El Şerq El Ewsat bandorên pevçûnekê li ser siberoja herêmê nîqaş kir, ji ber ku şer Rojhilata Navîn ber bi qonaxek nû ya alozî û ji nû ve şekildana hevpeymanan ve biriye.

Rojnameyê kêmbûna bandora herêmî ya Îranê û veguheztina wê ber bi pevçûna rasterast ve destnîşan kir, berevajî tevgerên herêmî ji bo xurtkirina hevkariya parastin û dîplomatîk, di nav de Peymana Mekkeyê ku Erebistana Siûdî, Pakistan û Tirkiye tê de ne.

Rojnameyê hişyarî da ku berdewamiya aloziyê dikare bibe sedema pevçûnek berfirehtir û daxwaz kir ku ji dîplomasiyê re şansek were dayîn da ku çareseriyek were dîtin û şerek giştî were asteng kirin.

(k)

ANHA