Heyeta Îmraliyê wê bi Rêber Apo re hevdîtinê bike

Hate ragihandin ku Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê 23'ê Tîrmehê bi Rêber Apo re hevdîtinê bike.

Heyeta Îmraliyê wê bi Rêber Apo re hevdîtinê bike
17 tîrmeh, 2026   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê, Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê wê 23'ê Tîrmehê roja Pêncşemê biçe Girava Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtinê bike.

Heyetê herî dawî 24'ê Gulanê bi Rêber Apo re hevdîtin kiribû.