DYA’yê hişyarî da: Neçin Iraqê

Balyozxaneya Amerîka ya li Iraqê bang li hemwelatiyên xwe kir ku bi tu awayî serdana Iraqê nekin.

DYA’yê hişyarî da: Neçin Iraqê
17 tîrmeh, 2026   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Balyozxaneya Amerîka ya li Iraqê bi daxuyaniyekê bang li hemwelatiyên xwe kir ku ji ber metirsiya êrişên bi dronan ên li ser Hewlêrê, serdana Iraqê nekin.

Di daxuyaniyê de hate gotin; ‘‘Piştî wan êrişên ku 15’ê Tîrmehê bi rêya dronên ku Îran piştgiriya wan dike li ser Hewlêrê hatin kirin, em bang li welatiyên Amerîkayê yên li Iraqê dikin ku di asta herî bilind a hişyariyê de bin, medyaya navxwe bişopînin û li gorî tedbîrên desthilatdarên navxwe tevbigerin.”

AGİRTİNA QADA HEWAYÎ

Amerîkayê ragihand ku îhtimal heye ku di her kêliyê de û bêyî agahdarkirina pêşwext, di geştan de alozî derkevin û asmanê welat were girtin. Balyozxaneyê sedema hişyariyê, teror, revandin, pevçûnên leşkerî nîşan da û hate gotin; ‘‘Divê welatiyên Amerîkî ên bixwazin ji Iraqê derkevin, beriya ku biçin balafirgehan, navê xwe kontrol bikin û piştrast bibin. Hemwelatiyên Amerîkayê dikarin bi rêya emaîlê pewendiyê bi balyozxaneyên me yên li Hewlêr û Bexdayê re danin.’’