Heya niha zêdetirî 282 hezar ton genim hatiye wergirtin

Komîteyên Embar û Aşan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku wergirtina genim ji cotkaran didomîne diyar kir ku heya niha 282 hezar ton wergirtiye.

Heya niha zêdetirî 282 hezar ton genim hatiye wergirtin
6 tîrmeh, 2025   14:24
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Komîteya Embar û Aşan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 5’ê Hezîranê ve genim ji cotkaran werdigire, wergirtina genim dê heya 10’ê Tîrmeha îsal dewam bike.

Komîteyê da zanîn ku heya niha li 20 embarên li seranserî herêmê zêdetirî 282 hezar ton genim ji cotkaran hatiye wergirtin.

Li gorî komîteyê, kalîteya genimê îsal li gorî par daketiye û sedema vê yekê spart rewşa dijwar a avhewayê, kêmbûna baranê  û bilindbûna pileya germahiyê ku bandoreke neyinî li çandiniyê kir.

Komîteyê da zanîn ku ew genim îsal hatiye çinîn tenê ji cotkaran dikire, yên berê depokirî nakire. Her wiha diyar kir ku hemû mîqdarên wergirtî berî ku werin depokirin di testê re tên derbaskirin.

(bb)

ANHA