Çeteyên Ensar El Sunna gefa kuştinê li şêniyên Safîta xwar

Çeteyên Ensar El Sunne li bajarê Safîta yê Tertûsê belavok bi dîwarê malan ve kirin, di belavokan de gefa kuştina zatokan, revandina jinan û hilweşandina dêran li şêniyan xwarin.

Çeteyên Ensar El Sunna gefa kuştinê li şêniyên Safîta xwar
6 tîrmeh, 2025   15:05
NAVENDA NÛÇEYA

Li bajarê Safîta yê gundewarê Tertûsê çeteyên Ensar El Sunne belavok bi dîwarên malan, dikaanan û dêran ve kirin. Di belavokan de gefa kuştinê û hilweşandina cihên ibadetê hate xwarin.

Di belavokên ku imzeya çeteyên Ensar El Sunne li ser heye de banga kuştina sivîlan, bi taybetî zarok û jinan, û wêrankirina dêran hatiye kirin.

Çalakvanan li ser medyaya civakî wêneyên belavokan belav kirin. Yek ji hevokan wiha ye: "Her kesê ku Misilmanekî rastîn be, bila bi şûrê Emewiyan rake û serê mirovên rêşaş û perestvanên xaçê bibire... yek ji wan nehêlin... Dem hatiye ku Şam vegere ya gelê xwe. "

Heta dema nivîsandina vê raporê, ji aliyê rayedarên ewlehî an dêrên xiristyanan ti daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

(k)