Hevseroka DEM Partî wê bi şandeyekê re were Rojava

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir dê tevî wekîl û nûnerên rêxistinên civaka sivîl îro werin Rojava.

Hevseroka DEM Partî wê bi şandeyekê re were Rojava
21 ÇILE, 2026   09:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya ji hêla Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) ve hate dayin, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Wekîla DEM Partiyê ya Wanê û Berdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Wekîlê Mêrsînê Alî Bozan û nûnerên baro û rêxistinên sivîl dê werin Rojava.

Hat diyarkirin ku ew ê bi rêya Başûrê Kurdistanê werin Rojava û di serdanê de wê bi nûnerên partiyên siyasî yên herêmê re, hevdîtinê bikin.