Asayîşê der barê teqînên li Qamişloyê de agahî parve kirin

Hêzên Asayîşê der barê dengê teqînên li Qamişloyê hatin bihîstin de diyar kir ku balafira keşfê ya dewleta Tirk a dagirker li du cihan daye.

Asayîşê der barê teqînên li Qamişloyê de agahî parve kirin
21 ÇILE, 2026   01:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarî dengê teqînên bihêz li bajarê Qamişloyê hatin bihîstin.

Hêzên Asayîşê der barê bûyerê de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin "Balafireke keşfê ya dewleta Tirk 21’ê Çileyê derengî şev nuqteyeke ewlehiyê ya girêdayî hêzên me ya li taxa Hiwêcayê û garaca nexweşxaneya Dil û Çav a bajarê Qamişloyê bombebaran kirin. Di encamê de zerarên madî tenê çêbûn.

(b)

ANHA