Şengalî bo Rojava li ser piyan bû

Şengaliyan ji bo piştgiriya Rojava duh bi şev li navenda Tilizêr û Sîba Şêx Xidir agir dadan û daketin qadan.

Şengalî bo Rojava li ser piyan bû
21 ÇILE, 2026   09:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Xelkê Şengalê ji bo piştgiriya Rojava duh bi şev li navenda Tilizêr welatî kom bûn, agir pêxistin û bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi berxwedana Rojava re qêriyan. 

Piştre di nava bajêr de bi karwanê wesayîtan geriyan û heya komelgeha Sîba Şêx Xidir dewam kir. Li komelgehê piştre li ber peykerê Ş. Xeyrî ku li navneda Sîba Şêx Xidire, agir hate pêxistin û heya derengiya şevê çalakiya ji bo piştgiriya Rojava dewam kir.