Foruma Rojhilata Navîn a 2026`an li Hewlêrê dest pê kir

Foruma Rojhilata Navîn a 2026`an li Hewlêrê bi beşdariya rayedar, siyasetmedar û dîplomatên ji Iraq, Sûriyeyê û welatên din dest pê kir. Siberoja Sûriyeyê, ewlehiya enerjiyê, têkiliyên herêmî û pirsgirêkên siyasî û aborî dê werin gotûbêjkirin.

Foruma Rojhilata Navîn a 2026`an li Hewlêrê dest pê kir
12 cotmeh, 2026   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Foruma Rojhilata Navîn a 2026’an ku wekî MERI jî tê zanîn ku ji hêla Enstîtuya Lêkolînê ya Rojhilata Navîn ve tê organîzekirin, îro li Hewlêrê dest pê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzani, serokwezîrê berê yê Iraqê û serokê Hevpeymaniya Nûavakirin û Pêşvebirinê Mihemed Şîa El Sûdanî, serokê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî, cîgirê serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî, wezîrê karên hundir ê hikumeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim El Ebûdî û berdevkê fermandarê giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah El Numan beşdarî forumê bûne.

Ji Sûriyeyê, siyasetmedara Kurd Îlham Ehmed, şêwirmendê serokatiya Sûriyeyê Mezlûm Ebdî û şêwirmendê payebilind ê wezîrê karên derve yê Sûriyeyê Necîb El Xedban, li gel şêwirmenda serbixwe ya ji bo pêşkeftin û kar û barên siyasî Zozan Elûş beşdar bûn.

(k)

ANHA