Li gundewarê Şamê cenazeyê jinekê hat dîtin

Li devera Kiwsa ya gundewarê Şamê cenazeyê jineke ku şopên guleyan li ser hene di mala wê de hat dîtin.

Li gundewarê Şamê cenazeyê jinekê hat dîtin
17 cotmeh, 2026   20:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR‘ê, li bajarê Kiswa ya gundewarê Şamê cenazeyê jinekê ku şopên guleyê li ser hene di mala wê de hat dîtin.

Agahiyên zêdetir der barê bûyerê de nehatin ragihandin.

SOHR‘ê destnîşan kir ku ji destpêka îsal (2026) ve 419 sûcên bi vî rengî hatine kirine di encamê de 362 mêr, 64 jin û 38 zarok hatin kuştin.

(bb)