`Heta naskirina statûya Rojava em ê li qadan bin`

Xelkên navçeya Qelqelî ya Wanê bi meşeke girseyî piştgirî da berxwedana Rojava. Li kolanên Qelqeliyê dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” olan da.

`Heta naskirina statûya Rojava em ê li qadan bin`
30 ÇILE, 2026   16:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gelek navçe û bajarên Bakûrên Kurdistanê îro jî gel ji bo piştgiriya Rojava li qadan bûn.

WAN

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Qelqelî ya Wanê ji bo piştgiriya Rojava meşek girseyî li dar xist. Girse ji avahiya DEM Partiyê heta Rêya Cûmhûriyetê meşiya. Di meşa de dirûşmên “Yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Her der Rojava, her der berxwedan” hwd. hatin berzkirin.

Piştî meşê daxuyanî hat dayîn û hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî li vir axivî û diyar kir ku îro roja yekîtîya Kurdan e. Banga min ji bo hemû gelê Kurd ev e ku heke em di rojek wisa de bibin yek, serkeftina herî mezin dê ya me be.”

‘GELÊ KURD DÊ TESLÎM NEBE’

Piştre Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulderen Varli axivî û got: “Em ê tu carî li ber we serî netewînin, vê yekê baş bizanin. HTŞ difikire ku bi qutkirina ceyran û avê, gelê Kurd dê teslîm bibe, lê ew xelet in; hûn ê tu carî nikaribin me teslîm bikin.”

Piştî axaftinan girse heta avahiya DEM Partiyê bi dirûşmeyan meşiya û çalakî bi dawî bû.

COLEMÊRG

 Li navçeya Gever a Colemêrgê li dijî êrîşên ser Rojava meşek hate lidarxistin.

Bi hezaran kes li ber Ofîsa Navçeya Geverê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) kom bûn û bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" ber bi Navenda Karsaziyê ya Zagrosê ve meşiyan.

 Di meşê de peyama "Heta ku statuya Rojava neyê naskirin em ê têkoşîna xwe bidomînin" hate dayîn. Xwepêşandan bi dirûşmeyan bi dawî bû.

 ŞIRNEX

Li navenda bajarê Şirnexê jî meşek li dijî êrîşên li ser Rojava tê lidarxistin. Gelek kes beşdarî meşê bûn û dirûşma "Bijî Berxwedana Rojava" berz kirin.

`HÛN NIKARIN 50 MILYON KURDAN JI HOLÊ RAKIN`

 AMED

Rêxistina navçeya Pîranê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Amedê li navenda bajêr li dijî êrîşên li ser Rojava meşek li dar xist. Gelek Parlamenterê DEM Partiyê û siyasetmedar di meşêd e amade bûn. Di meşê de gelek caran dirûşmeyên wekî "Bijî berxwedana Rojava", "Bijî berxwedana Kobanî" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin û pankartek bi nivîsa "Dengê xwe bidin Rojava" hate vekirin. Bi sedan kes li dijî êrîşên li ser Rojava meşiyan û peyama "Hûn nikarin 50 milyon Kurdan ji holê rakin" dan