Macron: Fransa wê piştevanê peymana QSDˊê û Şamê be

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron têkildarî peymana navbera QSD û hikumeta demkî de daxuyaniyek da.

Macron: Fransa wê piştevanê peymana QSDˊê û Şamê be
30 ÇILE, 2026   16:15
NAVENDA NÛÇEYAN 

Emmanuel Macron li ser hesabê xwe yê X'ê daxuyaniyek da û ev peyman weke vîzyoneke welê pênase kir ku Fransa piştgiriya wê dike. 

Daxuyaniya Macron bi vî rengî ye:

"Sûriyeyeke serwer, yekbûyî û aram.

Sûriyeyeke aştiyane ku hurmetê nîşanî hemû pêkhateyan dide.

Sûriyeyeke ku bi temamî tevlî têkoşîna li dijî terorê dibe.

Ez Serokkomar Ahmed el Şaraa û General Mazlûm Ebdî pîroz dikim ku vê sibehê peymaneke berfireh pêk anîn ku derfetê dide agirbesteke mayinde û entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li nava dewleta Sûriyeyê bi rengekî aştiyane pêk tîne. Fransa wê piştevanê wê yekê be ku ev peyman bêkêmasî bi cih bê anîn.

Fransa wê bi hevkarên xwe re piştgiriya xwe ya ji bo Sûriyeyê ya li ser rêya jinûve avakirin, edalet û aramiyê ye û gelê Sûriyeyê dewam bike."