Şêniyên Girke Legê: Em zimanê nefretê red dikin

Şêniyên Girke Legê got “Em bi nirxên pêkvejiyana azad a hemû pêkhateyan ve girêdayî ne û zimanê nefretê red dikin.”

Şêniyên Girke Legê: Em zimanê nefretê red dikin
30 ÇILE, 2026   16:01
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Şêniyên bajarê Girke Legê ji ANHA’yê re axivîn û got gelek alî hene ku bi rêya medyayê dixwazin di navbera pêkhateyên herêmê de şer çêbe û got li hember provokasyonan hişyar in.

Mihemed Hacî Yûsif got ew bi fikra neteweya demokratîk yê Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne û got dê bi hêzên leşkerî û ewlehiyê re parastina bajarê xwe bikin û destûrê nedin ku li herêmê tevlihevî çêbe.

Yûsif bal kişand ser provokasyonên têne kirin û wiha got: “Di encama zimanê nefretê û provokasyonan de gelek pirsgirêk derketin û em vî zimanî bi tundî şermezar dikin.”

Mihemed Omer jî wiha axivî: “Yekitiya gelan dê hemû hewldanên fitneyê têk bibe. Kesên ku zimanê nefretê bi kar tînin nûnertiya me nakin, hêza me di yekitiya me de ye, em ê bajarê xwe biparêzin û li pişt hêzên xwe yên leşkerî bin.”

Xelîl Samî jî got zimanê nefret û nîjadperestiyê li ser civakê xetereyê çêdike û wiha dewam kir: "Ev ziman dê bibe sedema xwînrijandinê. Em zimanê nefretê û nîjadperestiyê qebûl nakin. Divê hemû pêkhateyên herêmê bi aram bi hev re bijîn û ewlehiya herêmê biparêzin.”

ANHA