Heta kongreya 12’an a PKK’ê gavên ji bo çareseriyê

Rêber Abdullah Ocalan di 37 salên dawî de bi afirîneriyên teorîk û piratîk her fersendeke ji bo çareseriyê bikar anî û tevî hemû sabotekirin û komployan jî gihan qonaxek dîrokî.

Heta kongreya 12’an a PKK’ê gavên ji bo çareseriyê
25 gulan, 2025   03:45
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de bi rêya şandeya DEM Partiyê banga dîrokî ya bi navê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” kir û ji PKK’ê xwest kongreyê li dar bixe û xwe fesih bike. Rêber Abdullah Ocalan di banga dîrokî de got “Sedsala duyemîn a komarê tenê dema ku bi demokrasiyê were tacîdarkirin dikare bibe xwedî yekiitî û berdewamiyeke mayînde. Ji demokrasiyê pê ve tu rêyeke lêgerîna pergalan û pêkanîna wan tune ye û ne mimkun e. Lihevkirina demokratîk rêbaza bingehîn e. Di vê pêvajoyê de banga çekdanînê dikim û ez berpirsyariya dîrokî ya vê bangê hildigirim ser xwe.”    

Li ser bangê li tevahiya Kurdistan û cîhanê, nîqaş û nirxandinan dest pê kir. PKK’ê jî 1’ê Adarê (2025) agirbest ragihand û di navbera 5-7'ê Gulanê de jî kongreya xwe ya 12’an li dar xist û fesihkirina partiyê ji raya giştî re aşkera kir.

Piştî kongreyê gelek derdoran şîrove û nirxandinên cuda kirin. Li gel piraniya nirxandinên erênî ku dibêjin wê çareseriya demokratîk û mayînde pêk were, hinek derdorên dijber jî derketin. Her wiha hinek beşan wekî ku matmayî mane nirxandin kirin.  

Hem di peyama Rêber Abdullah Ocalan hem jî daxuyanî û nirxandinên rêveberiya PKK’ê de îşaret bi hewldanên guhertinê yên salên borî hatibû kirin.  

Têkildarî mijarê, me jî hewldanên ku Rêber Abdullah Ocalan û PKK’ê ji bo çareseriya siyasî û demokratîkbûnê dane meşandin, berhev kirin.  

HEVPEYVÎNA YEKEM A JI BO ÇAPEMENIYÊ Û PEYAMA DIYALOGÊ

Rêber Abdullah Ocalan di sala 1988’an de cara yekem hevpeyvînek da çapemeniya Tirkiyeyê û peyamên girîng dan.

Hevpeyvîn ji aliyê rojnamevan Mehmed Alî Bîrand ve hat çêkirin û piştre di rojnameyeke Tirkiyeyê de bi çend beşan hat weşandin û gelekî deng veda.

Di hevpeyvînê de Rêber Abdullah Ocalan dibêje “Zext, neheqî û mêtingeriyeke pir mezin heye, ji wê jî wêdetir siyasetek ku navê me jî qebûl nake, heye. Di lêhûrbûna hezar salan a gelê Tirk a li Anatolyayê de kedeke pir mezin a gelê Kurd jî heye. Mil bi mil jiyane. Lê gelê Kurd ji aliyê serdestan ve hem hatiye bikaranîn, hem jî ji vê yekê zirareke gelekî mezin dîtiye. Ev neheqiyeke mezin e. Vê neheqiyê mohra xwe li tevahiya pêşketina me daye. Pirsa, ‘ev neheqî çi ye, çima ev qas hatiye pêşxistin û û dê çawa ji wê xilas bibin?” pirseke gelekî mezin e. Bersiva me ji bo vê pirsê avakirina PKK’ê bû. Zextên mezin hene, operasyon hene, îşkence heye. Hêzeke taybet a şer hatiye avakirin. Artêşa bi pere, tîmên taybet, cerdevan, yekîneyên komando hatine avakirin. Çekên herî pêşketî bi kar tînin. Heta ku ev neheqî û polîtîkaya şîdetê bidome, divê bê zanîn ku dê li dijî neheqiya mezin, berxwerdana mezin hebe.

Em li vir dildayiyên şîdetê nîn in; evîndarên şîdetê nîn in, berevajî wê, ji wê pir aciz in û êşa wê dikişînin. Em alîgir nîn in ku pirsgirêkan bi şîdetê çareser bikin, lê ji bo vê yekê eger ên li hemberî me di vê siyaseta xwe de israr bikin, ev têkoşîn dê bidome.   

Li gorî çareserkirina pirsgirêkan, bi taybetî baweriya min bi hêza polîtîkayê heye. Divê siyasetmedarên saxlem derkevin, bê qebûlkirin ku polîtîka li aliyê mezinkirinê ye, li hemberî pirsgirêkan divê bi rêbaza siyasî bersiv were dayîn. Di rewşeke wiha de em ê jî teqez bersiva wê bidin û ev dibe ku encamek, çareseriyek baş bide.”

PEYAM HATIN NÎQAŞKIRIN LÊ GAV NEHATIN AVÊTIN

Peyamên Rêber Abdullah Ocalan ên wê demê gelekî hatin nîqaşkirin, lê dewletê gavên pêwîst neavêtin. Di salên 1990’î de têkoşîna azadiyê mezin û girseyî bû, serhildanan dest pê kir. Li beramberî wê siyaseta qirkirinê jî dom kir. Lê berxwedanê hindik be jî hin tişt pê dan qebûlkirin. Serokwezîrê wê demê yê Tirkiyeyê Suleyman Demîrel got ew realîteya Kurd qebûl dikin û têkoşîna azadiyê jî wek serhildana 29’an a Kurd bi nav kir.

Di wan salan de êdî pirsgirêka Kurd li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat dibû rojev. Kurdan êdî di aliyê siyasî, civakî, çandî, hunerî, çapemenî û hwd de xwe bi rêxistin kir, bûne aktorên diyarker. Nexasim di hilbijartinên 1991’an de 18 parlamenter ketin meclisa Tirkiyeyê. Li Rojhilata Navîn û derve guhertinên mezin çêdibûn, sîstema Sovyetê hilweşiya.

AGIRBESTA 1993’YAN Û TÊKBIRINA HEWLDANÊN ÇARESERIYÊ

Li hemberî van geşedanan dewleta Tirk êrişên herî dijwar pêk anîn, lê berxwedan mezintir dibû. Di vê demê de hewldanên ji bo çareseriyê hatin nîşandan. Li ser banga serokkomarê Tirkiyeyê yê wê demê Turgut Ozal, bi navbeynkariya serokê YNK’ê Celal Talebanî, Rêber Abdullah Ocalan 19’ê Adara 1993’yan li Geliyê Beqaa civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de ku serokê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî, rêveberên hin partiyên Kurd, endamê Şandeya Îmraliyê yê niha Ahmet Turk, gelek nivîskar û rojnamevan amade bûn, Rêber Abdullah ocalan bi armanca ku pêşiya çareseriyê veke, agirbest îlan kir.

PKK’ê li ser daxwaza serokkomarê Tirkiyeyê Turgut Ozal û bi navbehnkariya Celal Talebanî agirbest 15’ê Nîsana 1993’yan dirêj kir.

Di dema agirbestê de fermandarê Hêzên Giştî ya Candarme Tirk Eşref Bîtlîs di qezayeke balafirê ya biguman de mir. Her wiha serokkomar Turgut Ozal bi awayekî biguman ji ber xwarinekê jiyana xwe ji dest da. Dîsa li bajarê Çewlikê 33 leşkerên Tirk hatin kuştin. Rêber Abdullah Ocalan mirina Turgut Ozal û kuştina 33 leşkeran wek provokasyon bi nav kir û diyar kir ku agirbesta yekalî bi dawî bûye.

KONGREYA 5’AN A PKK’Ê, AGIRBEST Û BERSIVA DEWLETÊ

Hewldana diyalog û çareseriyê ya 1993’yan hatibû sabotekirin, lewma şer û pevçûnên dijwar zêdetir bûn. Lê têkoşîna ji bo guhertin-veguhertinê û çareseriya bi rêya diyalog û demokratîkbûnê jî ranewestiyan.

Kongreya PKK’ê ya 5’emîn di heman demê de bû platformeke nîqaşên ji bo guhertin û çareseriyê. Kongre di navbera 8-27’ê Çileya 1995’an de, yanî piştî hilweşandina sîstema reel sosyalîzma hat lidarxistin. Lewma di kongreyê de nîqaşên kûr ên li ser guhertin û veguhertinê hatin meşandin.

Rêber Abdullah Ocalan rapora polîtîk pêşkêşî kongreyê kir. Di raporê de analîzên kûr û banga nûkirina bernameya siyasî û leşkerî hat kirin.

Di wê pêvajoyê de rayedarên dewleta Tirkiyeyê ku amadekariyên hilbijartinên parlamentoyê dikirin, bi rêya hinek navbeynkaran ji Rêber Abdullah Ocalan daxwaza agirbestê kiribû.

Li ser vê bangê Rêber Abdullah Ocalan ji bo pêşîvekirina pêvajoyeke nû 15’ê Kanûna 1995’an tev li bernameyeke televîzyona MED TV’yê bû û agirbest îlan kir.

QETILKIRINA 11 GUNDIYAN

Bersiva vê agirbestê jî wekî ya yekemîn, dîsa sabotekirin bû. Piştî hilbijartina li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, 16’ê Çileya 1996’an li navçeya Elkê ya Şirnexê wesayîteke rêwiyan hat gulebarankirin û 11 kes hatin qetilkirin. Hîn di germahiya êrişê de serfermandarê artêşa Tirk bi daxuyaniyekê hewl da ku êrişê bixe stûyê PKK’ê. Lê piştî demeke kurt derket holê ku berpirsê vê êrişê JÎTEM (Îstîxbarata Cendirmeyan û Têkoşîna li dijî Terorê) e. JÎTEM wek rêxistineke derveyî yasayan li ser navê dewletê li Kurdistanê hemû pêkanînên qirêjî dimeşandin. Dewletê jî heta ku hemû rastiya wê derneket holê, hebûna wê qebûl nekir. Lê piştre fermandarên avakarên wê hebûna wê îtîraf kir.

SUÎKASTA LI HEMBERÎ RÊBER APO Û BERSIVA BI ÇALAKIYÊN FEDAYÎ

Pêkanîna dewletê ya herî xirab ku nahêle agirbest pêk were û gav werin avêtin jî, di sala 1996’an de çêbû. 6’ê Gulana 1996’an li Şamê li nêzî mala ku Rêber Abdullah Ocalan lê dima, wesayîtek ku 500 kîlo teqemenî lê hatibûn bicihkirin, hat teqandin. Di êrişê de ji bilî ziyanên madî yên li derdora avahiyê, tiştek bi tu kesî nehat. Piştre jî derket holê ku tiliya serokwezîra wê demê ya Tirkiyeyê Tansu Çîller, gerînendeyê polîsan Mehmet Agar û serfermandarê wê demê Dogan Gureş di êrişê de heye.

Rêber Abdullah Ocalan piştî êrişî bi rêya telefonê tev li bernameyeke televîzyona MED TV’yê bû û wiha got: “Em dibêjin; ‘aştî û biratî’, dibêjin bila ev şer rawest e, lê li hemberî vê em tên bombekirin.”

Li hemberî van êrişan gerîlayên azadiya Kurdistanê jî berxwedana xwe mezin kir, merheleyeke nû da destpêkirin. Gerîlaya ARGK’ê Zeynep Kinaci (Zîlan) 30’ê Hezîrana 1996’an li Dêrsimê di nava leşkerên Tirk de çalakiya fedayî li dar xist. Ev çalakî di têkoşîna azadiyê de dibû duriyaneke nû.

HEWLDANÊN ERBAKAN Û PÊVAJOYA 28’Ê SIBATÊ

Agirbest pêk nehatibû, şer dijwar bûbû, lê hewldanan jî berdewam dikir. Dîsa bi rêya hinek navbeynkaran, di navbera hikumeta Tirk û Rêber Abdullah Ocalan de peyam dihatin û diçûn.

Ji 1996’an heta 1997’an li Tirkiyeyê Necmettîn Erbakan serokwezîr bû. Lê hikumeta wan koalîsyon bû û zêde lihevkirina wan nebû. Nexasim cîgira serokwezîr Tansu Çîller bû. Di vê demê de bi rêya Erbakan hewldanên diyalogê hatin meşandin. Di encama wan hewldanan de PKK’ê komeke leşkerên Tirk ku dîl girtibûn, di Tebaxa 1996’an de li herêma Zapê radestî saziyên mafên mirovan kirin.

Rêber Abdullah Ocalan di wê pêvajoyê de nameyek ji Erbakan re şand û got: “… Tercîha me ew e ku ev zilm û şer ji holê bê rakirin û gavên rasteqîn ên bibawer û biratiyê werin avêtin. Vê firsendê bi kar bînin…”

Lê vê carê li Tirkiyeyê roja 28’ê Sibata 1997’an hikumet ji kar hat girtin. Erbakan piştî civîna MGK’ê (Lijneya Ewlekariya Neteweyî) û biryara wê ji serokwezaretiyê îstîfa kir û çav li rê bû ku hikumet ji nû ve were avakirin. Lê serokkomarê wê demê Suleyman Demîrel careke din hevkarên hikumetê erkdar nekirin. Lewma hinek aliyên Tirkiyeyê vê dîrokê wek Derbeya 28’ê Sibatê pênase dikin.

BERSIVA AGIRBESTÊ BI KOMPLOYÊ DAN

Piştî têkçûna vê pêngavê dewleta Tirk êrişên xwe zêdetir kirin. Artêşa Tirk 14’yê Gulana 1997’an li hemberî herêma Zapê êrişeke mezin a bi navê “Balyoz” da destpêkirin. Dîsa di civîna MGK’ê ya li hemberî HADEP’ê de ku yek ji partiyên destpêkê ya tevgera siyasî ya li Bakur bû, biryar hatin dayîn. Piştî civînê rêveber û endamên HADEP’ê hatin girtin.

Dewletê ku ji van êrişan encam negirt û li aliyekê jî bi Rêber Abdullah Ocalan re diyalog çêdikir. Li gorî rojnamevan Cengîz Çandar ku niha parlamenterê DEM Partiyê ye, fermandarên payebilind ên artêşa Tirk sala 1997’an bi rêya kadroyên PKK’ê Sabrî Ok û Muzafer Ayata ku wê demê li girtîgehê bûn, bi Rêber Abdullah Ocalan re diyalog kirin.

AGIRBESTA 1998’AN Û KOMPLOYA 9’Ê COTMEHÊ Û 15’Ê SIBATÊ

Agirbest hat îlankirin, lê dewleta Tirk gefên xwe zêdetir kirin. Serokkomarê Tirkiyeyê Suleyman Demîrel li parlamentoyê Sûriye tehdît kir. Dîsa fermandarên artêşê li ser sînor daxuyanî da û gefa êrişkirina Sûriyeyê xwar. Di 9’ê Cotmeha 1998’an de jî Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derket.

Rêber Abdullah Ocalan ku wê piştre ev yek wek Komploya Navneteweyî bi nav bikira, tevî vê yekê jî agirbesta yekalî domand. Rêber Apo di navbera Atîna, Roma, Moskov û Naîrobiyê de demeke dijwar derbas kir û dema li paytexta Îtalyayê Romayê bû, bi navê “Banga Aştî û Muzakereyê” daxuyaniyeke ji 4 xalan pêk tê, da.   

Lê êriş û komployê berdewam kir, Rêber Abdullah Ocalan 15’ê Sibata 1999’an bi hevkariya hêzên navneteweyî û herêmî li paytexta Kenyayê Naîrobiyê radestî dewleta Tirk hat kirin. Piştre zelaltir derket holê ku gelek dewlet, hêzên herêmî û yên Kurd jî di komployê de cih girtiye.

AGIRBESTA 1999’AN

PKK ku wê demê kongreya xwe ya 6’emîn li dar dixist, ragihand ku agirbesta yekalî bi dawî bûye û şerekî teopyekûn îlan kiriye.

PKK’ê di 1’ê Îlona 1999’an de bi armanca dabînkirina aştiyê cara çaremîn agirbest îlan kir û biryar da ku gerîlayan derxe derveyî sînorên Tirkiyeyê.

Li ser banga Rêber Abdullah Ocalan 20 kesên ji kadroyên çiya û ji Ewropayê pêk dihatin, şandin Tirkiyeyê.

PROJEYA AŞTIYA DEMOKRATÎK

PKK’ê di kongreya xwe ya awarte ya 7’emîn de biryara Projeya Aştiya Demokratîk da û çend caran bangên aştiyê kirin.

Di 20’ê Çilaya 2002’yan de Projeya Aştiyê, di 4’ê Mijdara 2002’yan de Plana Çalakiya ji bo Aşitî û Demokrasiyê, di 19’ê Hezîrana 2001’an de danezanên daxwazên têkildarî destpênekirina şerekî nû û pêşketina pêvajoya aştiyê, di 22’yê Mijdara 2002’yan de Danezana Çareseriya û di destpêk û dawiya sala 2002’yan de du caran ji serokkomar, serokê meclisê, serokwezîr, serokê artêşê û hemû partiyên siyasî re nameyên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd hatin şandin.

Tevî hemû hewldanên PKK’ê yên aştiyê jî Tirkiyeyê polîtîkayên xwe yên îmhayê bê navber domandin.

Tevgera Azadiya Kurdistanê di 1’ê Hezîrana 2004’an de dest bi parastina aktîf kir.

Meclisa Tirkiyeyê di serdema nû de ku bi peymana Washingtonê ya 5’ê Mijdara 2007’an dest pê kir, tezkereya şer derxist.

Artêşa Tirk a dagirker gelek caran Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kirin û di 21’ê Sibata 2008’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyona dagirkeriyê da destpêkirin.

BIRYARA BÊÇALAKITIYÊ YA KCK’Ê YA SALA 2009’AN

KCK’ê girêdayî encamên siyasî yên hilbijartinên xwecihî yên 29’ê Adarê di 13’ê Nîsanê de biryara bêçalakitiyê ragihand. Dewlet û hikumeta AKP’ê li hemberî biryara KCK’ê ya bêçalakîtiyê li ser DTP’ê operasyonên qirkirina siytasî dane destpêkirin. Biryara bêçalakîtiyê ya di 1’ê Hezîranê de bi dawî dibû.

JI NÛ VE KOMÊN AŞTIYÊ

KCK’ê li ser banga Rêber Abdullah Ocalan di 19’ê Cotmehê de komên aştiyê yên ji Qendîl û Mexmûrê di deriyê sînor ê Habûrê re derbasî Tirkiyeyê bûn û ji aliyê milyonan welatiyan ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî ku komên aştiyê derbasî Tirkiyeyê bûn, zexta polîs û darazê zêde bû. Li gel dozên ku hatin destpêkirin, hin endamên komên aşitiyê hatin girtin. Bi operasyonên qirkirina siyasî ku AKP’ê serkêşiya we dikir, li gel parlamenterên berê, şaredar û nûnerên saziyan bi tevahî 700 kes hatin binçavkirin û girtin.

BIRYARA RÊBER ABDULLAH OCALAN A 2010’AN

Ji ber ku derfetên çareseriya siyasî ji holê rabûbûn û polîtîkayên AKP’ê yên gîrokirinê ketibûn dewrê, Rêber Abdullah Ocalan di 31’ê Gulana 2010’an de ragihand ku ew ji dewrê derketiye. KCK’ê di 1’ê Hezîrana 2010’an de di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hemû pêngavên rêbertiya wê û pêngavên wan ên têkildarî pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk, ji aliyê AKP’ê ve hatine pûçkirin û da zanîn ku wan ji ber vê yekê jî biryara xwe ya bêçalakîtiyê ya di 13’ê Nîsana 2009’an de îlan kiribû, bi dawî kiriye.

AGIRBESTA 2013’AN Û DOLMABAHÇE

AKP’ê girêdayî encamên hilbijartina 12’ê Hezîrana 2011’an hesaba tesfiyekirina PKK’ê dikir. Piştre ji nû ve pêvajoya hilbijartinê dest pê kir.

Piştî gelek hevdîtinan di 21’ê Adara 2013’an li Newroza Amedê nameya Rêber Apo hate xwendin. 23’ê Adara 2013’an KCK’ê agirbest îlan kir. Ev pêvajoya hevdîtinên aştiyê ji ber ku kete 1’ê Kanûnê cuda bû. Herî şênber 11’ê Tîrmehê qanûna ji bo pêvajoya çareseriyê ya ji bo erêkirina serokkomar a li Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiye (TBMM) 15’ê Tîrmehê ji aliyê Serokkomar Abdullah Gul ve hate erêkirin bi sernavê ‘Qanûna ji bo dawîkirina terorê û yekbûyîna civakê bihêz dike’ li rojnameya fermi hate weşandin. Di çarçoveya vê qanûnê de hevdîtinên pêwîst ên ji bo pêvajoyê hate erêkirin. Bi vê re gavên hatin avêtin hatin qanûnîkirin.

Piştre PKK’ê di 10’ê Cotmeha 2015’an de ji bo ku hilbijartinên 1’ê Mijdarê bi awayekî rehet û ewle werin kirin, biryara bêçalakitiyê da lê dewleta Tirk bi êrişan bersiv da vê biryara bêçalakîtiyê.