Li nexweşxaneya Reqayê 2 beş hatin zêdekirin

Li Nexweşxaneya Nîştimanî ya Reqayê beşa neştergeriya şewatê hate vekirin û beşa radyolojî û ekokardiyografiyê ji nû ve hat çalakkirin.

Li nexweşxaneya Reqayê 2 beş hatin zêdekirin
Li nexweşxaneya Reqayê 2 beş hatin zêdekirin
Li nexweşxaneya Reqayê 2 beş hatin zêdekirin
Li nexweşxaneya Reqayê 2 beş hatin zêdekirin
Li nexweşxaneya Reqayê 2 beş hatin zêdekirin
Li nexweşxaneya Reqayê 2 beş hatin zêdekirin
Li nexweşxaneya Reqayê 2 beş hatin zêdekirin
25 gulan, 2025   06:25
REQA

Desteya Tenduristiyê ya Kantona Reqayê hewl dide sîstema tenduristiyê ya kantonê bi pêş bixe. Her wiha planên berfirehkirina beşên nexweşxanê pêk tîne. Herî dawî jî beşa şewatê berfireh kir û beşa radyolojî û ekokardiyografîyê ku rawestiyabûn, ji nû ve çalak kir.

Beşa neştergeriya şewatê di 1’ê Gulanê de hat vekirin û neştergeriyên estetîk û xizmetên lezgîn pêk tîne. Heya niha li wê beşê 15 neştergerî pêk hatine.

Serokê beşê Dr. Lezgîn Reşîd destnîşan kir di beşê de alavên pêşketî têne bikaranîn û vê jî hişt ku êş û zehmetiyên şêniyan kêm bibe, her wiha diyar kir ku plan hene ku di siberojê de neştergeriyên mezintir bikin.

Beşa radyolojî û ekokardiyografîyê jî girîng bû ji bo nexweşan. Her roj nêzî 70 nexweş serdana beşa ekokardiyografî didin, beşa radyolojiyê jî rojane derdora 200 nexweşan pêşwazî dike.

Dr. Fehd El Şirêda diyar kir ku ev her du beş gelekî bi kêr in, ji ber rewşên nexweşiyên lezgîn ji klînîkên derve û hemû nexweşxane û navend dişînin van beşan.

El Şirêda hewldanên Rêveberiya Xweser û Desteya Tenduristiyê ji bo pêşkêşkirina xizmetên tenduristiyê yên bikalîte ji şêniyên Reqa û gundewarê wê re, pîrzo kirin.

(k)

ANHA