Li Hesekê civînek ji bo temamkirina entegrekirina parêzeran hate lidarxistin

Sanîkeya Parêzerên Sûriyeyê û Yekîtiya Parêzerên Hesekê ji bo nîqaşkirina temamkirina pêvajoya entegrasyona bi parêzeran, civiyan. Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed El Hîlalî diyar kir ku pêvajoya entegrasyona parêzeran temam bûye.

Li Hesekê civînek ji bo temamkirina entegrekirina parêzeran hate lidarxistin
Li Hesekê civînek ji bo temamkirina entegrekirina parêzeran hate lidarxistin
Li Hesekê civînek ji bo temamkirina entegrekirina parêzeran hate lidarxistin
Li Hesekê civînek ji bo temamkirina entegrekirina parêzeran hate lidarxistin
29 îlon, 2026   15:25
HESEKÊ

Îro, Cîgirê Serokê Sendîkaya Parêzerên Sûriyeyê, Mihemed Selame, li navenda  Yekîtiya Parêzeran li bajarê Hesekê bi nûnerên Yekîtiya Parêzeran re civiya da ku li ser pêvajoya entegrasyonê, pêşkeftinên wê yên dawî û bandora wê li ser karê parêzeran û sektora hiqûqî ya li parêzgehê nîqaş bike. Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed El Hîlalî jî beşdarî civînê bû.

Beşdaran li ser çend mijarên têkildarî pêvajoya entegrasyona parêzeran û pirsgirêkên di dema pêvajoyê de derketine holê nîqaş kirin.

Cîgirê Parêzgar Ehmed El Hîlalî der barê civînê got, "Civîn bi beşdariya Sendîkeya Parêzeran û Yekîtiya Parêzeran hate lidarxistin û li ser hemî mijarên têkildarî karê parêzeran lihevkirinek hate çêkirin."

(k)

ANHA