Rakirina cezayan li ser Sûriyeyê û zextên li ser Îsraîlê rojevên rojnameyan bûn
Rojnameyên ku di hefteya borî de hatine weşandin, girîngî da biryara rakirina cezayan li ser Sûriyeyê, rageşiya navneteweyî ya li hember Îsraîlê ya ji ber rewşa mirovî ya hilweşyayî ya li Xezayê, tevgerên dîplomasî yên bi serkêşiya Fransa û Siûdiyê ji bo lidarxistina konferanseke navneteweyî ya ji bo Filistîn û Îsraîlê.

Di rojevên rojnameyên hefteya borî de bal li ser rakirina cezayan li ser Sûriyeyê, zextên navneteweyî ya li dijî Îsraîlê ji bo hiştina derbasbûna alîkariyan ji Xezayê re û amadekariyên lidarxistina konferanseke navneteweyî ya der barê Filistîn û Îsraîlê de, hat kişandin.
‘GOG LI MEYDANA SÛRIYEYÊ YE’
Rojnameya Şerq El Ewset ragihand ku rakirina cezayên Amerîkayê ji dema rûxîna rejîma Beşar Esed di Kanûna 2024’an de, bûye xema sereke ya Sûriyeyê û bal kişande ser wê yekê ku ew ceza bûne astengiyeke mezin li pêşiya pêkanîna aramiyê û asayîkirina peywendiyan bi cîhana erebî û ya navneteweyî re.
Rojnameyê diyar kir ku serdana vê dawiyê ya serokê Amerîkayê Donald Trump bo Riyadê û hevdîtina wî li gel Mihemed Bîn Selman pêngaveke girîng bû, ji ber ku Trump rakirina cezayan ragihand "ji bo ku derfeteke nû bide Sûriyeyê ji bo avakirina siberoja xwe".
Rojnameyê tekez kir ku serkeftina vê pêngavê girêdayî hewlên Sûriyeyê bi xwe ye, ji bo avakirina dewleteke nûjen, bidestxistina aştiya navxweyî û destpêkirina plana jinûveavakirinê.
‘JI BO DERBASBÛNA ALÎKARIYAN BO XEZAYÊ ZEXT LI ÎSRAÎLÊ TÊN KIRIN’
Rojnameya El Ereb jî cih da zêdebûna êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê û zextên navneteweyî û erebî yên li ser Îsraîlê. Hate gotin, ev nîşan dide ku sebra hin welatên rojavayî li hemberî siyasetên Îsraîlê diqede.
DI NAVA ÎSRAÎL Û AMERÎKAYÊ DE NAKOKÎ
Rojnameya El Xalîc bi navê "nakokiyên di têkiliyên Îsraîl-Amerîkayê" gotarek nivîsî. Rojnameyê diyar kir ku piştgiriya Amerîkayê ya bê şert û mercan ji Îsraîlê digel danehevkirina pêşîniyên Washingtonê yên stratejî li Asyayê û rûbirûbûna serweriya Çînê bi awayekî berbiçav bi paş ketine. Rojnameyê de diyar kir ku ev veguherîn li helwestên hikumeta Îsraîlê ya heyî diqelibe, ku ew jî siyaseta xwe ya li Xezayê dewam dike û bi kontrola xaka Filistînê ve girêdayî ye.
’FRANSA Û EREBÎSTANA SIÛDÎ XWE JI BO KONGREYEYE ÇARESERIYA DU DEWLETAN AMADE DIKIN’
Rojnameya Şerq El Ewsat ragihand ku Fransa û Erebistana Siûdî bi fermî dest bi amadekariyên kongreyeke navneteweyî ya çareseriya du dewletan (Filistîn û Îsraîlê) kirine. Hate diyarkirin ku ev tevger bi armanca vejandina pêvajoya siyasî ya di nabvbera Filistîn û Îsraîlê de ye.
Rojnameyê diyar kir ku li Parîs û New Yorkê civîn bi beşdarbûna wezîrên karên derve yên Erebistana Siûdî, Misir û Urdunê hatin lidarxistin. Hate gotin, beşdarên civînê bi yekdengî li hev kirin ku avakirina dewleta Filistînê êdî ne bijardeyek e, lê belê "pêdivîyek stratejîk" e.
Rojnameya El Liwaa ya Lubnanî cih da daxuyaniyên serokwezîrê berê yê Îsraîlê Ehud Olmert ku hikûmeta Netanyahu bi kirina "sûcên şer" û pêkanîna "siyaseta jenosîdê" li Xezayê sûcdar kiriye. Hate gotin, Olmert hişyarî da ku dê hem li hundir hem jî li qada navneteweyî bandorên xirab li Îsraîlê bibin. Olmert ji bo rawestandina binpêkirinan banga lezgîn a destwerdana navneteweyî kir.