‘Heta dîtina Rêbertî em ê li qadan bin’

Jinên ji Dêrikê got heta Rêber Abdullah Ocalan di nava gel de bibînin, dê bi şev û roj li qadan têkoşîna xwe bidomînin.

‘Heta dîtina Rêbertî em ê li qadan bin’
12 hezîran 2024   02:35
QAMIŞLO

Jinên ji bajarê Dêrikê tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Sozdar Hecî Yûnis got: “Heta şikandina tecrîdê û dîtina Rêbertî di nava gel de, em ê li qadên azadiyê bin.”

Narinc Mele Hisên jî got: “Azadiya me bi azadiya Rêberê me ve girêdayî ye. Lewra divê tevahî jin xwedî li Rêberê xwe derkevin û ta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî tê bikoşin.”

Her wiha Hizniya Berhem jî got: “Em cezayê dîsiplînê û tecrîda mutleq a li ser Rêberê me şermezar dikin. Divê em bi şev û bi roj li qadan bin heta azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe mîsoger bikin.”

(bb)

ANHA