Şixulandina zarokan yek ji girantirîn pirsgirêkên Sûriyeyê ye

Di 13 salên krîza Sûriyeyê de, li gorî rapora UNICEFˊê ya Adara îsal de 2 milyon û 500 zarokên sûriyeyî ji mafên xwendin û perwerdehiyê bê par mane, milyonek û 600 hezar zarokên din jî bi heman aqûbetê re rû bi rû ne. Ev yek jî li ser pêşeroja zarokan xeteriyeke mezin çêdike.

Şixulandina zarokan yek ji girantirîn pirsgirêkên Sûriyeyê ye
Şixulandina zarokan yek ji girantirîn pirsgirêkên Sûriyeyê ye
Şixulandina zarokan yek ji girantirîn pirsgirêkên Sûriyeyê ye
Şixulandina zarokan yek ji girantirîn pirsgirêkên Sûriyeyê ye
Şixulandina zarokan yek ji girantirîn pirsgirêkên Sûriyeyê ye
Şixulandina zarokan yek ji girantirîn pirsgirêkên Sûriyeyê ye
12 hezîran, 2024   03:45
QAMIŞLO
XALID ETÊ

Krîza Sûriyeyê ku ji 2011'an ve dewam dike jiyana zarokan guherand. Nîvê zarokên Sûriyeyê bêyî ku tiştekî ji bilî şer krîzan bizanin, mezin bûn. Vî şerî jî hişt bi mîlyonan xelkê Sûriyeyê bikeve bin xeta feqîrtiyê û di şert û mercên metirsîdar û netendurist de bijîn.

Diyardeya şixulandina zarokan yek ji diyardeyên metirsîdar ên li seranserî cîhanê ye.

ˊBANDORA KRÎZÊ LI SER ZAROKÊN SÛRIYEYÊˊ

Piştî zêdetirî 13 salan ji krîza Sûriyeyê, li gorî UNICEF zêdetirî ji sedî 90 ji şêniyên Sûriyeyê di bin xeta feqîrtiyê de ne. Her wiha ji wan herî kêm 7 milyon û 500 hezar zarok hewcedarên alîkariyên mirovî ne. Da ku jiyana xwe bidomînin. Li kêlek wê jî zêdetirî 600 hezar zarok êşên nexweşiya nebaşiya xwarinê dikişin.

Her wiha di rapora UNICEFˊê ya di Adara îsal de hat diyarkirin ku 2 mîlyon û 500 hezar zarok ji mafên xwendin û perwerdehiyê bê par mane û mîlyonek û 600 hezar zarokên din jî bi heman aqûbetê re ne. Ev jî dihêle rêjeya şixulandina zarokan bigihîje astên metirsîdar.

ˊÇÎROKÊN BEDENÊN BIÇÛK ÊN KU DI KRÎZÊ DE JI DAYIK BÛNEˊ

Zarokê bi navê M. H. ê 16 salî ji paytexta Sûriyeyê Şamê ye, koçberî bajarê Qamişlo bûye û di herêma pîşesaziyê ya bajêr de kar dike. Ew ji 3 salan ve, li şûna ku her sibehê berê xwe bide dibistanê, berê xwe dide kar.

Zarokê ku tevî malbata xwe malek li bajêr kirê kiriye, radihêje çakûçê û dest bi tamîr dike. Ew rojane 6 heta 8 saetan dixebite û her hefteteyê 150 hezar lîreyên Sûriyeyî distîne.

Zarok ji ajansa me re wiha axivî: "Ez ji 3 salan ve dixebitim. Rewşa aborî ya malbatê xerab e û bavê min jî nexweş e, nikare bixebite. Dema ku em li Şamê bûn min dev ji xwendinê berda. Birayê min ê din jî berî min wiha kir."

Zarokê bi navê C. E. ê ji bajarê Girkê Legê 13 salî, ew jî ji ber rewşa aborî ya xerab ji salekê ve li herêma pîşesaziyê ya bajarê xwe dixebite.

Gelek xwediyên pîşe û dikanan hewcedariya malbatên zarokan li gorî xwe bi kar tînin û zarokan bi pereyên kêm dixebitînin. Yek ji xwediyê pîşeya xerata li herêma pîşesaziyê ya Qamişlo ku nexwest bi awayekî rasterast ji ajansa me re biaxive diyar kir ku ji bo wî baştir e ku zarok li gel wî bixebitin. Ji ber ku ew pereyên zêde naxwazin û mecbûr in bixebitin.

Endama Koordînasyona Parastina Zarokan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemrîn Hac Hisên got: "Şixulandina di temenekî biçûk de, mezinbûn û pêşketina zarok asteng dike û bandorê li pêşeroj û tenduristiya wî dike. Nexasim ku piraniya wan di şert û mercên metirsîdar û netendurist de dixebitin."

ˊXEBATÊN RÊVEBERIYA XWESERIYA DEMOKRATÎKˊ

Hemrîn Hac Hisên diyar kir ku koordînasyon ji bo kêmkirina rêjeya şixulandina zarokan li herêmê di hewldanan de ye û ji bo wê jî plansaziyeke wan heye û got: "Em lêkolînên meydanî dikin, serdana malbatan dikin û deverên ku zarok lê kar dikin dişopînon. Me hejmarek mezin ji zarokan vegerandin dibistanê û em di aliyê aborî de jî destekê didin malbatên wan."

Rêvebera Nivîsgeha Parastina Zarokan û cîgira seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê Werd Hena destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser li gorî plansazî û qanûnên zarokan girîngiyeke mezin dide vê mijarê û got: "Ji bo pêşxistina rewşa jiyanê, peydakirina ewlehî û perwerdeyê û bidawîkirina şixulandina zarokan xebatên mezin pêwîst in."

Ji bo peydakirina jîngeheke ewle ji zarokan re di qanûna /7/ a Hevpeynaba Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de teqezî bi parastina zarokan, bidawîkirina hemû cûreyên bikaranîna siyasî, fikrî, aborî û civakî ya zarokan û pêkanîna hemû pîvan û qanûnên navneteweyî yên parastina zarokan, hatiye dayîn.

Di benda 31'emîn a qanûnê de pergaleke perwerdeya alternatîf heye û wiha ye; divê baldariyeke civakî, derûnî, tenduristî ji bo zarokên ku di rewşên nexwezayî de mezin bûne hebe.

Yek ji navendên baldariya altertantîf a zarokan li kantona Cizîrê Navenda Şehîd Helebce ya li Qamişlo ya girêdayî Rêveberiya Xweser e. Rêvebera navendê Sureya Ebas da zanîn ku navend li hember karkirina zarokan û parsekan bi rêya perwerdekirinê û peydakirina atmosfereke malbatî ji zarokan re, tê dikoşe.

Ev navend di 2022'yan de hat vekirin û heta niha nêzî 700 zarok perwerde kirine û ew vegerandin jiyana wan a asayî.

(mh)

ANHA