Leşkerên Tirkiyeyê li jineke ducanî da

Leşkerên dewleta Tirk a dagirker li gundewarê Serêkaniyê yê dagirkirî li jineke ducanî da, bi wê re zarok ji ber çû. Li kêlek wê jî leşkeran li kesên din jî dan.

Leşkerên Tirkiyeyê li jineke ducanî da
11 hezîran, 2024   22:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li gundewarê Serêkaniyê ya dagirkirî leşkerên "jandarma" dewleta Tirk a dagirker li 10  welatiyên dema ku hewl dida sînor derbas bikin, da. Ji wan welatiyan jineke ducanî hebû. Di encama lêdana jina ducanî de, zarokê wê ji ber çû.

SOHRˊê diyar kir ku bi lêdana li jina ducanî re zarokê wê ji ber çû, dest û pêyên kesên din jî şikestin.

Berî çend rojan jî artêşa Tirk a dagirker li dijî 15 koçberên ku hewl dida sînor li gundewarê Serêkaniyê ya dagirkirî derbas bikin, komkujiyek pêk anî û ew di goreke komî de hatin veşartin.

(mh)