Hêrsa li herêmên dagirkirî û metirsiyên binkeftina agirbestê ya li Xezayê

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên hefteya borî de bal kişand ser aloziya li herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de, her wiha rewşa Xeza û ya Lubnanê.

Hêrsa li herêmên dagirkirî û metirsiyên binkeftina agirbestê ya li Xezayê
26 mijdar 2023   06:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb di nûçeya xwe de balkişand ser rewşa herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî bi taybet bajarê Babê yê rojhilatê Helebê. Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku bazirganên sotemeniyê û xwediyên stasyonên mazotê ji ber kirinên çeteyên Heyet Tehrîr El Şamê (Cebhet El Nusra berê) bi hêrs in ku hewl dide vê sektorê kontrol bike. Her wiha hate diyarkirin ku ′′qezencên bazirganiya sotemeniyê, bala komên çeteyan bi taybet Heyet Tehrîr El Şamê kişand ku bi rêya ajandeyên xwe dest danî ser vê sektorê, di encamê de xesareke mezin li bazirganan bûn û hişt ku bi dehan bazirgan û xwediyên stasyon û basteyên sotmeniyê derkevin xwepêşandanê′′.

METIRSIYÊN BINKEFTINA AGIRBESTÊ

Têkildarî geşedanên li Xezayê rojnameya Şerq El Ewsat ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên dîplomatîk ên ewropî, nûçeyek parve kir.

Di nûçeyê de hate gotin, metirsî hene di agirbesta 4 rojan de, şer demkî raweste û piştî bidawîbûna dema wê, şer gurtir bibe. Li gorî rojnameyê ev tê vê wateyê ku zirarên din, koçberî çêbin û qurbanî hebin û hate gotin ′′Îsraîl heta îro armanca xwe ya sereke ji şerê li Xezayê an ku tunekirina Hemasê, pêk neaniye. Wek encam, dibe ku bikeve naverast û başûrê Xezayê mîna ku li bakurê wê kiriye.′′

'ÎHTIMALA RÛDANA ŞEREKÎ HERÊMÎ HÎN LI DAR E'

Rojnameya El Cumhûriye jî behsa rewşa Lubnanê û bandora wê li ser herêmê kir. Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên dîplomatîk yên rojavayî, Amerîka ji bo ku rê li şerê Lubnan û Îsraîlê bigire, zextê li Îsraîlê dike, her wiha Fransa ji bo heman armancê ketine tevgerê û peyamên rasterast didin rayedarên Lubnan û Îsraîlê.

Li gorî heman çavkaniyan, hê jî metirsî hene li başûrê Lubnanê şer derkeve û xeteriyên rûdana şerekî herêmî jî hîna li dar in.