QSD mikurhatinên 4 çeteyên hikumeta Şamê weşandin

QSD′ê îtîrafên 4 çeteyan weşandin ku ji herêmên hikumeta Şamê derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibûn da ku tevliheviyê belav bikin.

QSD mikurhatinên 4 çeteyên hikumeta Şamê weşandin
25 mijdar 2023   20:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) di Operasyona Xurtkirina Ewlehiyê ya li gundewarê Dêrazorê de hejmareke çete girtin. Çeteyên ku ji herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de derbasî herêmên Rêveberiya Xweser bibûn, hewl dan tevliheviyê belav bikin û saziyên xizmetguzariyê xirab bikin.

Navenda Ragihandinê ya QSD′ê îtîrafên 4 çeteyan weşandin.

Îtîrafên çeteyan wiha ne:

′′Çeteyê yekemîn li xwe mikur hat: Navê min Îbrahîm Ewad El Himêdî ye, ji herêma Şedadê me. Ez derbasî herêmên di bin serweriya rejîma Sûriyeyê de bûn, yekser min çemê Firatê derbas kir û berî da navenda çareseriyê Piştî min belgeyên çareserkirinê temam kir, ez tev li şaxê ewlehiya leşkerî bûm û min girêbest îmze kir.′′

El Himêdî di bedewama mikurhatinên xwe de got: ′′Yek ji şertên çareserkirinê tevlêbûna nava milîsên girêdayî rejîmê ye. Kesê tev li milîsan dibin tê hazirkirin û çek û cebilxaneyên pêwîst ên ji bo şer didin wî an jî berî wî didin ′Tugeya Baqir′ an ′Dîfa El Wetenî′ an jî ′Isûd El Şerqiye′, an komên girêdayî Îbrahîm El Hefel. Çi kesê çareseriyê dike neçar e tev li yek ji van milîsan bibin.′′

Çete wiha domand:"Min pirsa mîralayî Midyen kir, gotin ji bo karekî çûye herêma Meyadîn. Piştre min nas kir ku ji bo dîtina şêx Îbrahîm El Hefel çûye wir, da ku milîsên girêdayî xwe ava bikin û wan di aliyê leşkerî de amade bikin, piştre wan derbasî aliyê rojhilatê çemê Firatê bidin ji bo ku şerê Hêzên Sûriyeya Demokratîk bikin.′′

Der barê mîsyona ′mîralayî Midyen′ de, çete El Himêdî ev tişt aşkera kirin "Berpirsê beşê têkoşîna li dijî terorê ya Dêrazorê ye. Mîralayî Midyen ji min xwest biçim herêma Şedadê ji ber ku herêma min e da ku beşekî bi navê artêşa eşîran ava bikin û çek jî dan min. Her wiha ji min xwest fermandarên QSD′ê bi mayînan, erebeyên wan ên leşkerî û nuqteyên wan bikim hedef.′′

Li gorî çete El Himêdî aşkera kir, erka ku ′mîralayî Midyen′ spartibû wî bang li hêzên rejîmê bike ji bo derbasî herêmê bibe û wiha pê de çû: "Midyen hişyarî dabû me ku nuqteyên Koalîsyona Navneteweyî nekin hedef. Armanc ew bû ku em bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk re şer bikin û derewan li ser QSD′ê belav bikin. Ji beşê lêkolînên ewlehiyê kesek bi navê Enes û alîkarekî beşê ewlehiyê yê bi navê Ebû Ebdo hatin mala min. Me li ser mijarê nîqaş kir. Her duyan ji min pirsîn eger komên min li Şedadê hebin da ku çek û cebilxaneyan bidin min. Ji min hat xwest ku êrişan pêk bînin. Helbet  armanc ji  operasyonan li Şedadê ew bû ku QSD′ê mijûl bibin û rêya alîkariyê ya ji Dêrazorê tê were girtin, her wiha da ku tevlihevî were derxistina û pergala leşkerî ya QSD′ê were xirabkirin.′′

 

Çete El Himêdî li xwe mikur hat ku kesek ji bo hêzên hikumeta Şamê yên li Dêrazorê kir sîxur û du kesên din erkdar kirin da ku êrişan li dijî QSD′ê pêk bînin.

Çete El Himêdî wiha dawîn li îtîrafên xwe anîn "Roja piştî hevdîtina bi alîkar Ebû Ebdo re, kesekî din bi erebeya xwe hat dergehê. Me cebilxane hilgirtin û me berî da rojhilatê çemê Firatê. Hezar guleyên kilaşînkov, hezar guleyên BKC, 4 mayînên dijî mertalan û 20 bombeyên destan bi me re hebûn.′′

Mikurhatinên çeteyê din ê bi navê Deham Remedan El Hesen wiha ne: "Sala 1998′an jidayik bûme. Ji şêniyên Hemara me. Kesek wî nas nakim telefonî min kir û xwe da naskirin. Got, navî wî Îbrahîm Ewad El Himêdî ye. El Himêdî ji min re got, ew ji aliyê rojava yê çemê Firatê ve derbasî herêmên di bin serweriya rejîmê de bûye. Ji min pirsî me di bûyerên dawîn de çi kir. Min bersiv da û got, me qet tiştek nekir, min got li herêmên me tu pirsgirêk tune ne, lê hemû bûyer li Dêrazorê ne. Îbrahîm Ewad ji min xwest komên leşkerî ava bikim û soz da min ku dê çek, cebilxane û pereyan bide min da ku ji rejîmê re kar bikim. Min jê pirsî: Em çi bikin? got: Hûnê erebeyan bişewitînin û wêneyên wan bikişînin, piştre hûnê îdia bikin ku ku  eşîra mîna Meamîra, an Siqûr El Meamîra ev tiştek kirine. Her wiha xwest em rêya bigirin û her tiştî bi navê eşîra Meamîra an ′Şoreşgerên Meamîra′ bikin.

Min navê xwe û navê Taha da Îbrahîm  da ku li gel hêzên rejîmê qeyd bike. Ji me xwest em bi navê eşîran erebeyên leşkerî bikin hedef, lê ya rast hêzên rejîmê wisa dike. Armanca ew bû hejarmeke mezin a kesan bi çek bikin  û wan li hemberî QSD′ê sor bikin da ku rê li ber hêzên rejîmê vekin ji bo derbasî herêmên me bibin. Yanî armanc ew bû ku bi navê eşîran hêzeke alîkarê rejîmê were avakirin.′′

Çeteyê sêyemîn bi van gotinan îtîraf kir "Navê min Taha Cerwan Ehmed El Hesen e. Sala 1992′yan li Şedadê jidayik bûme. Deham navê min da Îbrahîm da ku çareseriyê li gel rejîmê pêk bînim. Wê demê Îbrahîm El Himêdî li herêma Meyadîn a di bin serweriya hêzên rejîma Sûriyeyê de bû. Îbrahîm ji min xwest komên leşkerî bi navê  eşîran an ku bi navê ′Siqûr El Meamîra′ ava bikim. Xwest em nuqteyên QSD û tankerên petrolê bikin hedef û dîmenan jê re bişînin. Her wiha xwest em eşîran li hemberî QSD′ê sor bikin û ji cîhanê û raya giştî re bidin xuyakirin ku eşîr van çalakiyan dikin. Lê ya rast hêzên rejîmê ev plan saz dikir û pêk dianîn da ku derbasî herêmên me bibin.′′

Çete El Hesen îdia kir ku ji bilî çete Deham têkiliyên wî bi kesekî din re tune bûn.

Mikurhatinên çeteyê çaremîn jî wiha ye ′′Navê min Ebdurehman Ubêd Terbûş e. Ji gundê Miwêlih ê bajarokê Siwer im. Bi rêya kesê bi navê Îbrahîm El Himêdî tev li nava hêzên rejîmê bûm. Îbrahîm El Himêdî li gel du şaxan; ewlehiya leşkerî û îstîxbarata hewayî ya rejîmê kar dikin. Her du şaxan Îbrahîm El Himêdî ji bo mîsyona hedefkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk şandibûn. Ev jî tev li wan bûm da ku hinek pereyan qezenc bikim. Îbrahîm El Himêdî ji min re got, em ê ji bo du an sê rojan biçin karekî û vegerin. Min hewl da hûrguliyên vî kar nas bikim. Min jê pirsî: Li ser çi esasî ez ê bi we re kar bikim? got: Ewil tu yê karta leşkerî bi dest bixe da ku karibî li herêmên rejîmê tev bigerî,

tu yê mûçe û xelatekê werbigire, karê me du an sê roj tenê ne.  Min jê pirsî: em ê biçin ku derê? got: ew jî aliyê şaxê ewlehiyê ve ji bo karekî fermî hatiye erkdarkirin da ku nuqteyên QSD′ê li Cizîrê bike hedef.

Em bi erebeyekê çûn herêma Cûra. Em gihiştin deriyê diçe aliyê rojava yê  çemê Firatê. Me çek û cebilxane hilgirtin ku me bi cawê çadiran nixumandibûn. Cebilxane ji 4 mayîn, hezar guleyên kilaşînkov, hezar guleyên BKC û 20 bombeyan destan pêk dihat.′′

Çete bi domdarî got ′Dîfa El Wetenî′ rê ji wan re vekir ku tev li çekan gihiştin Cizîrê da ku destekê bikin eşîran li hemberî QSD′ê şer bikin û got: "Hêza herî zêde destek dida wan hêzên eşîra Şiêtat e, ji ber ku piranî yên ku bi navê eşîran şer dikir derbasî herêma Cizîrê dibûn, ji eşîra Şiêtat û Dîfa El Wetanî bûn.′′

Çete El Hesen di dawiya mikurhatinên xwe de got armanca pêşîn û ya dawîn a hikumeta Şamê ji derxistina van bûyeran ew bû ku derbasî herêmên QSD′ê bibin û herêmê kontrol bikin.

(bb)