‘Tecrîd me ji Rêber Abdullah Ocalan dûr naxe’

Şêniyên Şedadê destnîşan kir ku tecrîd wan ji Rêber Abdullah Ocalan dûr naxe, her wiha ku êdî fikrên Rêber Abdullah Ocalan di nava Rêveberiya Xweser de pratîze dibin.

‘Tecrîd me ji Rêber Abdullah Ocalan dûr naxe’
4 tebax 2024   02:25
HESEKÊ

Şêniyên bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Hena El Omer a ji bajarê Şedadê got: "Em tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan ku ji 25 salan ve girtî ye, şermezar dikin. Her wiha em bang li rêxistinên navneteweyî û yên mafên mirovan dikin ku tecrîdê bi dawî bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

Hena El Omer soza şopandina rêya şehîdan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da û got: "Azadiya fîzîkî ya Rêbertî tê wateya azadî û jiyana birûmet."

Hesen Feyad diyar kir ku şêniyên Şedadê li ser şopa Rêber Abdullah Ocalan dimeşin û got: "Ew dixwazin bi rêya tecrîdê rê li ber belavbûna fikrên Rêber Abdullah Ocalan bigirin. Lê îro fikrên Rêbertî bi teşeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser erdê hatine pêkanîn."

Ehmed El Esed der barê rewşa tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan got: "Dagirkeriya Tirk ji 4 salan ve tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan dide meşandin. Em dixwazin rewşa wî ya tenduristî nas bikin. Her wiha vî sûcê qirêj ê ku li dijî Rêbertî tê pêkanîn şermezar dikin."

El Esed destnîşan kir ku pêkanîna fikrên Rêber Abdullah Ocalan li ser erdê û şopandina wan, rê li ber rizgarkirina gelan vedike.

Her wiha Hena El Omer, Hesen Feyad û Ehmed El Esed hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir.

(mh)

ANHA