Ji Komeleya Newroz pêngava li dijî tundiyê
Komeleya Newroz a Çandî û Civakî bi boneya 25′ê Mijdarê pêngavek ji bo 16 rojan ragihand. Çalakiyên pêngavê bi panelekê dest pê kir.
Komeleya Newroz a Çandî û Civakî bi hevkaraiya Meclisa Jinan a Lubnanê panelek li navenda xwe ya li Beyrûtê li dar xist. Endam û nûnerên komeleyên jinan ên Lubnanê, Kongra Star, PYD û çalakvanên jin beşdarî panelê bûn.
Cîgira seroka Komeleya Newroz a Çandî û Civakî Henan Osman sedema îlankirina roja 25′ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê vegot. Her wiha bernameya komeleyê ya der barê pêngava 25′ê Mijdarê de aşkera kirin. Pêngav îro (25′ê Mijdarê) dest pê kir û dê 10′ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan a Cîhanê bi dawî bibe.
Henan Osman li hemberî tundiya sîstematîk a li hemberî jinan girîngiya perwerdeyê destnîşan kir û got, armanc ji qetilkirinên jinên pêşeng ew e ku dengê heq û azadiyê were sekinandin.
Henan Osman destnîşan kir ku li cîhanê tundiya herî zor û qirkirin li dijî jinan tê meşandin û anî ziman ku pergala modernîteya kapîtalst ji jinên ku xwedî li ramanên rêber û ronakbîr Abdullah Ocalan xwediyê projeya neteweya demokratîk, derketine, ditirsin.
Nûnera seroka Meclisa Jinan a Lubnanê mamoste Edla Siblînî, mamoste Meqbula Qeys, qala cureyên tundiya li ser jinan kirin, her wiha perwerdekirin, rêxistinkirin û yekitiya jinan wekî rêbaza rêgirtina li ber tundiyê nîşan da.
Beşdaran rêbazên qanûnî yên ji bo parastina jinan û girîngiya têkoşîna li hemberî zîhniyeta baviksalar nîqaş kirin.
(bb)
ANHA