Hêrsa li hemberî komkujiyên li Helebê

Li kantona Firatê û Cizîrê komkujiyên ku çeteyên hikumeta demkî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirine, her wiha bêdengiya navneteweyî hatin şermezarkirin.

Hêrsa li hemberî komkujiyên li Helebê
Hêrsa li hemberî komkujiyên li Helebê
Hêrsa li hemberî komkujiyên li Helebê
Hêrsa li hemberî komkujiyên li Helebê
Hêrsa li hemberî komkujiyên li Helebê
Hêrsa li hemberî komkujiyên li Helebê
Hêrsa li hemberî komkujiyên li Helebê
Hêrsa li hemberî komkujiyên li Helebê
Hêrsa li hemberî komkujiyên li Helebê
Hêrsa li hemberî komkujiyên li Helebê
Hêrsa li hemberî komkujiyên li Helebê
Hêrsa li hemberî komkujiyên li Helebê
12 ÇILE, 2026   15:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Xwendekar, saziyên perwerde û fêrkirinê û Meclisa Jinan a PYD’ê bi daxuyaniyan komkujiyên ku çeteyên hikumeta demkî li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirine û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin.

Komeleya Perwerdeyê ya bajarê Tirbespiyê li Dibistana Şehîd Cahîda Ronak, Dibistana Şehîd Warşîn û Dibistana Şehîd Nezîr bi amadebûna bi dehan xwendekar û mamosteyan daxuyanî dan.

Daxuyanî ji hêla şagirta bi navê Bêrî Seyîd bi zimanê kurdî li Dibistana Şehîd Warşîn hate xwendin.

Rêveberiya Dibistanan a bajarê Çilaxayê jî bi amadebûna xwendekaran û kadroyên perwerde û fêrkirinê daxuyaniyek li dibistana gundê Dêrna Axê da. Xwendekara bi navê Hiyam El Kurdî daxuyanî xwend.

Xwendekarên Dibistana Şehîd Seydo ya bajarê Kobanê jî daxuyanî da. Xwendekar Mihemed Mihemed û Zelîxan Mihemed daxuyanî xwend.

Meclisa Jinan a PYD’ê jî li kolana sereke ya bajarê Kobanê bi amadebûna endamên meclisê û nûnerên saziyên jinan ên kantona Firatê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê endama meclisê Bedîha Miho ve hat xwendin.

Di daxuyaniyan de sûc û komkujiyên ku çeteyan li Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd kirine, her wiha bêdengiya li hemberî van sûcan hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyan de îşaret bi berxwedana dîrokî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hat kirin û silavkirin. Di daxuyaniyan de banga vekirina lêkolîneke serbixwe ya navneteweyî ji bo hesabpirsîna ji sûcan hat kirin, her wiha banga parastina zarokan û mîsogerkirina mafên wan ên perwerde û lênerîna bijîşkî, bêrêziya li hemberî mafên hemû pêkhateyan hat kirin.

Hate diyarkirin ku hêzên navneteweyî berpirsên van sûcan in û bang li rêxistinên hiqûqî û mirovî hat kirin ku erkên xwe yên exlaqî û mirovî pêk bînin, hesab bixwazin û edaletê ji qurbaniyên êrişên li ser her du taxan re pêk bînin. Hate gotin, cîhan bi bêdengiya xwe şirîkê komkujiyan e.

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û silavkirina berxwedana Şêxmeqsûdê bi dawî bûn.

(b)