Bi hezaran kes li Dirbêsiyê ji bo piştgiriya Şêxmeqsûd û Eşrefiyê daketin kolanan

Bi hezaran şêniyên Dirbêsiyê ji bo şermezarkirina êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd û piştgiriya berxwedanê, daketin kolanan.

12 ÇILE, 2026   15:38
HESEKÊ

Bi hezaran şêniyên bajarê Dirbêsiyê û bajarokên derdora wê ji bo şermezarkirina êrişên çeteyên hikumeta demkî yên li ser taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê û piştgiriya berxwedana Hêzên Ewlekariya Hundirîn xwepêşandaneke mezin li dar xist.

Xwepêşander ji Mizgefta Hac Sultan ber bi bazara navendî ve çûn, alên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Sûriyeya Demokratîk û wêneyên şehîd û birîndarên her du taxan hilgirtin û dirûşmên siavkirina berxwedana Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn berz kirin.

Xwepêşander li bazara navendî kom bûn, piştî deqeyeke rêzgirtinê ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajarê Dirbêsiyê Sîdar Xelef diyar kir ku berxwedana Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd li dijî êrişên bi hezaran çeteyên hikumeta demkî û dagirkeriya Tirk, li gel çekên wan ên giran, rûpeleke nû di dîroka gelê Kurd de nivîsandiye.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dirbêsiyê Ekrem Yûnis berxwedana şêniyên wan taxan û Hêzên Ewlekariya Hundirîn silav kir û got: "Berxwedana dîrokî ya li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê helwesta gelê Kurd a li çar aliyên cîhanê kir yek û helwesteke dîrokî ji bo parastina hebûna Kurd ava kir."

Piştî axaftinan, hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Dirbêsiyê Dilber Şemo daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku berxwedana li wan taxan kêliyeke girîng bû ku wijdanê mirovahiyê hejand. Her wiha diyar kir ku her du tax bûne nimûneyeke berxwedanê ji bo parastina rûmeta mirovan.

Daxuyaniyê bêdengiya civata navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî li ser bûyeran rexne kir. Her wiha da zanîn ku tiştê qewimî hewldanek bû ji bo şikandina îradeya şênyan, lê berxwedanê ev hewldan pûç kir.

Xwepêşandan bi dirûşmên silavkirina berxwedana Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şêniyên taxên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd bi dawî bû.

(k)

ANHA