HERANA: Di Adarê de 104 kes hatin darvekirin

Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HERANA) ragihand ku di meha Adarê de, li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 104 kes hatine darvekirin.

HERANA: Di Adarê de 104 kes hatin darvekirin
23 adar, 2025   15:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HERANA) di vê mehê de (Adara 2025), li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 104 kes hatine darvekirin. Herwiha cezayê darvekirinê ji bo 22 kesan derketiye û cezayê 5 ji wan jî hatiye erêkirin.

Heman çavkaniyê ragihand ku li gorî daneyan, rojane li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 4 kes tên darvekirin.

Hêjayî gotinê ye di sala 2024’an de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, hezar û 300 kes hatin darvekirin, ji vê 29 jin bûn û 5 jî ciwanên temenê wan dibin 18 saliyê de bû. Herwiha cezayê darvekirinê bi ser 189 kesan de jî hatibû birîn û dadgehê cezayê 55 kesan erê kiribû.