Ji Konferansa Jinan: Yekitiya neteweyî ya jinên Kurd pêwîstiyek e

Beşdarên Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava gotin avakirina yekitiya neteweyî ya jinên Kurd pêwîstiyek e û xwestin ezmûna jinên Kurd li tevahî Sûriyeyê bê belavkirin.

Ji Konferansa Jinan: Yekitiya neteweyî ya jinên Kurd pêwîstiyek e
Ji Konferansa Jinan: Yekitiya neteweyî ya jinên Kurd pêwîstiyek e
Ji Konferansa Jinan: Yekitiya neteweyî ya jinên Kurd pêwîstiyek e
Ji Konferansa Jinan: Yekitiya neteweyî ya jinên Kurd pêwîstiyek e
Ji Konferansa Jinan: Yekitiya neteweyî ya jinên Kurd pêwîstiyek e
Ji Konferansa Jinan: Yekitiya neteweyî ya jinên Kurd pêwîstiyek e
Ji Konferansa Jinan: Yekitiya neteweyî ya jinên Kurd pêwîstiyek e
Ji Konferansa Jinan: Yekitiya neteweyî ya jinên Kurd pêwîstiyek e
Ji Konferansa Jinan: Yekitiya neteweyî ya jinên Kurd pêwîstiyek e
Ji Konferansa Jinan: Yekitiya neteweyî ya jinên Kurd pêwîstiyek e
23 adar, 2025   15:22
QAMIŞLO

Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava, bi dirûşma “Bi Pêşengiya Jinên Kurd Yekîtiya Netewî ya Kurd Misoger Dibe” li hola bexçeyê Azadî ya li bajarê Qamişlo, bi beşdariya nêzî 300 delegeyî dewam dike.

Di rûniştina duyemîn konferansê de wesîqeya “Konferansa Yekitiya Neteweyî ya Jinên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê” ku ew ji prensîbên giştî yên konferansê ji aliyê endama Komîteya Amadekar û Berdevka Komîteya Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Rîhan Temo ve hate xwendin.

Di wesîqeyê de xalên li ser "yekitî, nasname û çanda jinên Kurd, neteweya demokratîk, perwerde û jineolojî, hevjiyana azad, têkoşîna li dijî binpêkirina mafên jin, parastin û bergiriya destkeftiyên şoreşê, xweparastina rewa ya jinan, nixên şehîdên yekitiya neteweyî û nîştimanî, aboriya jinan û pêşxistina dîplomasiya jinan” hatin parvekirin

Ev rûniştin ji hêla Seroka Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê Narîn Metînî û Berdevka Kongra Star ve hate birêvebirin. Piştî xwendina wesîqeyê, delegeyan li ser hemû xalan nîqaş kirin.

’YPJ’Ê HEBÛNA JINAN DIPARÊZE’

Nûnera Partiya Çep a Kurd li Sûriyeyê Rojîn Mûsê anî ziman ku "Divê bê gotin ku jin Sûriyeyke nenavendî û demokratîk di bendeke taybet bixwazin. Ji bo hebûna YPJ`ê jî bila nîqaş neyêkirin, YPJ`ê hebûna jinan misoger dike."

’YEKITIYA NETEWEYÊ YA JINÊN KURD PÊWÎSTIYEK E’

Parêzer Sûad Xelo jî destnîşan kir ku pêwîstî bi avakirina yekitiya jinan li ser asta Kurdistanê jî heye û mînaka jinên Kurd li hemû Sûriyeyê bê belavkirin. Parastina çand û ziman jî divê cihekî girîng di wesîqeyê de bigirin.

SÛCÊN LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ Û NASNAMEYA EKOLOJÎK A JINAN

Berdevka Akademiya Jineolojî Zihurbiyan Hisên pêşinyar kir ku bendeke taybet bi navê "sûcên şer ên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinan dikin" li wesîqeyê bê zêdekirin.

Hevseroka Şaredariya Gel a Bajarê Qamişlo Bêrîvan Omer pêşinyar kir ku bendekek ji bo parastina xwezayê hebe da ku jin karibin nasnameya xwe ya ekolojîk diyar bikin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Elîf Hemo diyar kir ku jinên Kurd stûna itîfaqa yetitiya neteweyî ne û anî ziman ku konferans wê bibe wesîleya yekitiya jinan.

’TU KES NIKARE JINAN BI WÊ DESTÛRÊ BIXAPÎNE’

Dayika Şehîd Hevrîn Xelef Sûad Mistefa da zanîn ku divê xalên di belgeyê de hatiye diyarkirin pêk bên. Sûad bal kişand ser danezana destûrî ku ji aliyê desthilata Şamê ve hatiye îmzekirin û got, ku kes nikare jinan bi wê destûrê bixapîne û dirûşma”Jin, Jiyan , Azadî” her dem dê serbikeve.

Rewşenbîr Enahîta Sîno da zanîn ku ji bo ciwanan jî divê xaleke taybet bê danîn.

Rojnamevan Evîn Yûsif pêşinyar kir ku ji bo pêkanîna xalên belgeyê pêwîstî bi avakirina komîteyên hiqûqî, perwerde û hwd heye.

’JI BO KONGREYEK NETEWEYÎ EM AMADE NE’

Endama Koordînasyona Kongra Star Şêraz Hemo diyar kir ku heta niha li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê jinan ve gavên balkêş hatine avêtin. Şêraz Hemo destnîşan kir ku di xala duyemîn de ya nasname û çandê de, pêwîste çandên herêmên dagirkirî yên ku tên windakirin, werin bibîrxistin.

Piştî nîqaşan, dawî ya Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd li Rojava ji hêla endama Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (El-Partî) Stêr Qasim ve hate kirin.

Stêr Qasim bal kişand ser Newroza 2025`an û got: "Newroza îsal bi cuda bû. Cejna gelê Kurd ji aliyê gelek pêkhateyên din ve hat pîrozkirin. Keda pêkhate û jinan ti carî têk naçe, piştî rûxandina rejîma Esed, bawerî di navbera wan û gelê li herêmên din ên Sûriyeyê mezin dibe. Konferans pêwîstiyek bû, her jinekê nêrîna xwe anî ziman. Gelê Kurd yek e. Divê tevgera siyasî ya Kurdî bibe yek.  Ji bo kongreyeke neteweyî were lidarxisitn em jinên Kurd amade ne."

Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd wê bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(ekib)

ANHA