Rejîma Îranê 15 Kurdên din binçav kirin

Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber ku tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn, 15 kes ji aliyê ve hatin binçavkirin.

Rejîma Îranê 15 Kurdên din binçav kirin
23 adar, 2025   14:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Îsal li Rojhilatê Kurdistanê coşa Newrozê hêjayî dîtinê bû, lê hêzên Îranê carek din pêngavek ya binçavkirinê daye destpêkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku di 19’ê Adarê de 15 Kurdên xelkê Dole Germî û gundê Nê yê girêdayÎ Serdeştê, ji aliyê hêzên Îstîxbarata Îranê ve hatine binçavkirin.

Çavkaniyê ragihand ku di nava kesên hatine binçavkirin de 3 zarok jî hene û hemû jî, ji ber ku tevlî pîrozbahiya Newrozê bûne, hatine binçavkirin.

Navê welatiyên hatine binçavkirin wiha ye:

Şakar Umerzade (15) Biryar Mihemed (14), Mihemed Qadirî (17), Aram Alî, Kemal Qazanî, Rehîm Qadirî, Kameran Xezalî, Osman Umernejad, Şêrzad Şêxî, Bêhzad Meslehit, Bêhruz Hemzepur, Mihemed Husên Pur, Rehîm Ehmedzade, Mihemed Ehmed Pur û Kawe Destan.

Her wiha jina Kurd ya bi navê Azîr Hisên Pur jî ku li gundê xwe yê Serdeştê, agirê Newrozê pêxistibû, ji bo saziya Îstîxbaratê hatiye bangkirin û lêpirsîn dane destpêkirin.