Heqaretên li dijî şêxên Durziyan rojeva rojnameyên erebî ye

Dîmenên sûcên li dijî gelê Siwêdayê, bi taybetî jî li dijî civaka Durzî, bûn sedema hêrseke berfireh a gel. Li kêlek wê jî hişyarî hat kirin ku rewşa mirovî û exlaqî ya li herêmê ber bi astên xeternak ve diçe. Çavdêran diyar kir ku ji Xezayê heta Siwêdayê “trajediya erebî” bûye dîmeneke rûtîn.

Heqaretên li dijî şêxên Durziyan rojeva rojnameyên erebî ye
17 tîrmeh, 2025   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên vê sibehê bal kişand ser dîmenên heqareta li şêxên Durziyan ku ew bi dîmen li ser sosyal medyayê hatine belavkirin. Di rojnameyan de behsa hilweşîna nirxan û “trajediya erebî” hate kirin.

‘HEMLEYA ‘RAKIRINA SIMBÊLAN’ LI SÛRIYEYÊ LI SER SOSYAL MEDYAYÊ FITNEYAN GUR DIKE’

Rojnameya El Ereb a Londonê behsa hêrsa gel a li hember êrişên "endamên hikumeta veguhêz ên li dijî mezin û şêxên Siwêdayê” kir.

Rojnameyê dîmenên ku li ser sosyal medyayê hatine belavkirin û van binpêkirinan belge dikin, li gel şîroveyên şermezarkirinê, wekî "Min qet binpêkirineke wisa li dijî rûmeta mirovan nedîtiye... Şoreşa Sûriyeyê ji bo edalet û rûmeta mirovan dest pê kir, ne ji bo heqaretê li hev bikin."

Rojnameya Şerq El Ewset bi sernavê "Lekeyên ji holê ranabin" nivîsek parve kir.

Rojnameyê diyar kir ku dîmena li Siwêdayê ji dîmena berfireh a li cîhana erebî ne qut e, “êdî trajediya rojane ya ereban -Ji Xezayê heta bi Siwêdayê- di nûçeyên lezgîn de tên parvekirin, bêyî ku wateya jiyana windabûyî were zanîn”. Rojnameyê pirsî ku “çawa cîhanek bê deng e û rojane bi sedan kes tên kuştin; wekî ku xwîna Ereban tiştekî nake”.

Rojnameyê destnîşan kir ku ji dagirkeriyê metirsîdartir ew e ku Ereb hev bikujin, heqaretê li hev bikin, hev koçber bikin û rûmeta hev binpê bikin.

(fr)