Hejmara qurbaniyên lehiya Mexribê derket 37 kesan

Li bajarê Asifî yê Mexribê ji ber barînên zêde yên baranê ji nişka ve lehî rabû, di encamê de heta niha 37 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Hejmara qurbaniyên lehiya Mexribê derket 37 kesan
15 kanûn, 2025   17:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rayedaran li bajarê Asifî yê 250 kîlometreyan li başûrê Kazablankayê û nêzîkî 300 hezar kes lê dijîn, ji ber bobelata lehiyan 37 kesan jiyana xwe ji dest daye. Ev bûyer, weke mezintirîn bobelata lehiyê ya 10 salên dawîn a li Mexribê hate tomarkirin.

Rayedarên xwecihî da zanîn ku barînên zêde yên di nava saetekê de bûne sedema lehiyên ji nişka ve û dijwar. Di dîmenên ku ji aliyê niştecihên bajarî ve hatine girtin de tê dîtin ku kolan veguherîne rêya avên qirêj û wesayît û gelek tiştên din dikevin ber ava lehiyê.

Rayedaran diyar kir ku ji bilî kesên jiyana xwe ji dest daye gelek birîndar jî hene û 32 welatî rakirine nexweşxaneyê. Hate ragihandin ku piraniya birîndaran piştî tedawiya hewce ji nexweşxaneyê derketine.

Şeva yekşemê asta avê daketiye û li şûna xwe wêraniya kolanên ji heriyê û wesayîtên qelibî hiştiye.

Ekîbên sivîl ên parastinê û hêzên alîkar ên ewlehiyê xebatên xwe yên rakirina enkazê û lêgerîna kesên winda didomînin.

Rayedar ji bo gihandina alîkariyan seferber bûne û hişyariyê didin ku dibe ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest bidin, zêde bibe.