Danûstandinên şandeyên Ukrayna û Amerîkayê yên li Berlînê bi dawî bûn

Serokatiya Ukraynayê diyar kir ku danûstandinkarên Amerîkayê ji Ukraynayê xwestiye ku weke şertê danûstandinên aştiyê herêma Donbasê radestî Rûsyayê bike.

Danûstandinên şandeyên Ukrayna û Amerîkayê yên li Berlînê bi dawî bûn
15 kanûn, 2025   17:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokatiya Ukraynayê ragihand ku danûstandinên di navbera şandeyên Ukrayna û Amerîkayê ya li Berlînê bi dawî bû. Berpirsekî şopîner da zanîn ku danûstandinkarên Amerîkayî hîna israr dikin ku, weke şertê danûstandinên aştiyê bi Rûsyayê re, Kiêv dev ji herêmên Donetsk û Luhansk ên her bi hev re navê Donbas tên binavkirin, berde. 

AFPˊê ku agahiyên xwe dispêre berpirsê şopîner da zanîn ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn xakan dixwaze û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî ji Ukraynayê dixwaze ku ji wan her du herêman vekişe, lê vê daxwazê qebûl nake.

Li gorî AFPˊê, berpirs matmayîna xwe ji israra Amerîkayê ya girêdayî helwesta Rûsyayê ya der barê Donbas de nîşan da.

Ev agahî piştî hevdîtina 5 saetan a şandeya Ukraynayê li Berlînê bi danûstandinkarên Amerîkayê re, bi serokatiya şander Steve Wittkopf û zavayê serokê Amerîkayê Donald Trump Jared Kushner re, hatin parvekirin.

Kiêvê hêvî dikir ku Washingtonê îqna bike ku bêyî tawîzdana ji Moskovê re agirbest pêk were.

(fr)