Dronekê li Siwêdayê da: 4 kes birîndar bûn

Fermandariya Giştî ya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dronekê li aliyê rojavayê bajêr da, 4 kes birîndar bûn.

Dronekê li Siwêdayê da: 4 kes birîndar bûn
15 kanûn, 2025   18:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê bi daxuyaniyek ragihand ku hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê binpêkirinek nû ya agirbestê kir. Hêzên hikumetê 15.15ˊan bi dronekê li aliyê rojavayê bajarê Siwêdayê da.

Li gorî daxuyaniyê, di encama bombebaranê de 4 kes ji ber parçeyan birîdnar bûn û zirar bi milkên welatiyan bûn.

Fermandariyê diyar kir ku hêzên wan amade ne bersiva her binpêkirinekê bidin û wê xebatên xwe li gorî berpirsiyariyên xwe yên parastina welatiyan û aramiyê bidomînin.

(fr)