Kongreya PYD’ê di roja 2’emîn de ye

Kongreya 10’an a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di roja duyemîn de ye. Kongre ji ragihandinê re girtî dewam dike.

Kongreya PYD’ê di roja 2’emîn de ye
22 îlon, 2024   11:21
HESEKÊ

Kongreya 10’an a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di roja duyemîn de li hola Serdem a li bajarê Hesekê dewam dike.

Kongreya 10’an a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi beşdariya 700 delegeyî di roja duyemîn de dewam dike.

Kongreya di salvegera 21’an a avabûna partiyê de hatiye organîzekirin bi dirûşma "Bi hev re ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, cespandina Rêveberiya Xweser û avakirina Sûriyeke demokratîk" ji ragihandinê re girtî re didome.

Kongre  duh piştî belavkirina plaketan li malbatên şehîdan heya derengiya şevê ji ragihandinê re girtî dewam kir.

Li gorî agahiyên ku endamên PYD’ê dane ajansa me, di kongreyê de raporên Meclisa Gişt ya PYD, Meclisa Jinan a PYD û Desteya Dîsîplînê ya partiyê hatin xwendin û nîqaş li ser çêbûn. Piştre jî rewşa Rêber Abdullah Ocalan û rewşa siyasî hatin nirxandin.

Endaman diyar kir ku niha rewşa rêxistinî ya partiyê tê nirxandin.

Piştî nirxandina rewşa siyasî û rêxistinî, dê rêziknameya partiyê were xwendin û li gorî geşedanan guhertin tê de werin çêkirin.

Kongre wê bi hilbijartina endamên Meclisa Giştî û hevserokên nû yên PYD’ê bi dawî bibe.

(bb)

ANHA