Hefteya bê pereyên genim dê li cotkaran bên belavkirin

Hefteya bê li 7 navendên li hemû kantonan belavkirina pereyên fatûreyên kirîna genim dê dest pê bike.

Hefteya bê pereyên genim dê li cotkaran bên belavkirin
2 tîrmeh, 2025   12:47
REQA

Rêveberê kar û barên bankê ya Ofîsa Navendî ya Pere û Diravdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Mecîd El Ibo ji ajansa me re ragihand ku karmendên pispor ji bo belavkirina pereyên fatûreyên kirîna genim, amade ne.

Li gorî El Ibo, ji bo belavkirina pereyên fatûreyan tîmek pispor hatiye erkdarkirin da ku pêvajoya belavkirin bi rêk û pêk bimeşe.

Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 7 navendên belavkirinê hene: Dêrik, Qamişlo, Tebqa, Kobanî, Dêrazor, Reqa û Hesekê. Ev navend li gorî mekanîzmayên diyar hatine sazkirin da ku belavkirina fatûreyan bi rêk û pêk û bê pirsgirêk were pêkanîn.

El Ibo da zanîn ku demên belavkirina pereyên fatûreyan dê her hefte were diyarkirin.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îsal kîloya genim bi 42 sentan ji cotkaran kirîbû.