Heftename: Rageşiya Îsraîlê û tevgerên Trump ên aborî

Di hefteya borî de der barê geşedanên siyasî, ewlehî û aborî de guherînên girîng pêk hatin. Îsraîlê êrişên xwe li başûrê Beyrûtê û Sûriyeyê zêde kirin, bi wê re dibe ku deriyê rûbirûbûna bi Hizbullah re were vekirin. Li aliyekî din jî dan û standinên Ukraynayê ber bi Washingtonê ve hatin veguhastin.

Heftename: Rageşiya Îsraîlê û tevgerên Trump ên aborî
6 nîsan, 2025   06:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî di rojevên xwe yên hefteya borî de behsa rageşiya Îsraîlê li Lubnanê û Sûriyeyê, dan û standinên Ukraynayê li Washingtonê, ferzkirina bacên gumrikê ji hêla Trump ve li gelek dewletên cîhanê, kir.

‛PIRSÊN DER BARÊ HEWLÊN ÎSRAÎLÊ LI LUBNANÊ DE’

Tora El Hura bi sernavê "Pirsên der bar hewlên Îsraîlê li Lubnanê de" nûçeyek nivîsî. Tora El Hura di nûçeya xwe de diyar kir ku di hefteyekê de cara duyemîn e ku Îsraîlê başûrê Beyrûtê dike armanc. Vê carê armanca ne wêrankirina depoya çekan a Hizbullahê bû, lê belê fermandarekî wê hat kuştin. Ev yek gelek pirsan têkildarî hewlên Îsraîlê bi xwe re tîne ku ev yek wê bibe rûbirûbûna nû bi Hilzbullahê re ku heta niha li gorî agirbestê tev negeriye?.

DAN Û STANDINÊN UKRAYNAYÊ

Der barê rewşa Ukraynayê de rojnameya El Xelîc nûçeya bi sernavê "Dan û standinên Ukraynayê vediguhêzin Washingtonê. Rojnameyê diyar kir ku civînên dawîn ên li Siûdiyê yên di navbera Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) de tu lihevkirineke gişt ku şer li Ukraynayê bi dawî bibe pêk neanîn. Ruxmî berdewamkirina nakokiyên têkildarî agirbestê û garantiyên ewlehiyê yên dualî, rojnameyê da zanîn her du alî bi îsrar in ku dan û standinan bidomînin.

HÊZÊN PIŞTEVANIYA LEZGÎN JI BO WINDAKIRINA XERTÛMÊ TELAFÎ BIKE GEFA DAGIRKIRINA BAKUR DIXWE

Rojnameya El Ereb nûçeyek bi sernavê "Hêzên Piştevaniya Lezgîn ji bo windakirina Xertûmê telafî bike gefa dagirkirina bakur dixwe" weşand.

Rojnameyê diyar kir ku cîgirê fermandaraê Hêzên Piştevahiya Lezgîn Ebdurehîm Degelo, ji bo telafîkirina xisarên leşkerî yên ku hêzên wî li paytext Xertûm û deverên din xwarine, gefa dagirkirina eyaleta bakur û çemê Nîlê xwar.

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku tevgerên Hêzên Piştevaniya Lezgîn ên ber bi bakurê ve gefeke rasterast li ser Misirê çêdike. Hate gotin, her nêzîkbûneke li ser sînorê başûr wê bibe sedema aloziyê bi Qahîre ye ku piştgiriyê dide artêşa Sûdanê.

BACÊN GUMRIKÊ Û BANDORÊN WAN

Rojnameya El Quds El Erebî jî encamên aborî yên cîhanî yên biryara Trump a danîna bacên gumrikê li ser hinardekirina hin welatan nirxandin.  Rojnameyê diyar kir ku Serokê Amerîka ev gav ji bo "azadkirina aboriya amerîkî" nirxand, di heman demê de rayedarên ewropî biryar wekî "şerê bazirganî yê bê serketî" binav kirin.

Li gorî rojnameyê, armanca vê siyasetê geşkirina hilberîna xwecih û kêmkirina girêdayîbûna bi hinardekirinê ye, lê ev yek bû sedema kêmbûna bazarên borsê û daketina nirxê dolar. Rojnameyê diyar kir ku hevalbendên DYA’ê li hemberî vê biryarê bertek hatin nîşandan. Hate gotin, hevalbendên DYA’yê biryar bi karesatek aborî wesif kirin ku aramiya bazirganiya cîhanî dixe metirsiyê.

ÊRIŞÊN ÎSRAÎLÊ YÊN LI SER SÛRIYE

Rojnameya El Ereb jî cih da êrişên Îsraîlê yên li ser 3 baregehên hewayî yên li Sûriyeyê. Rojnameyê bi bîr xist ku ev êriş hemwextî  serdanên rayedarên Tirkiye yên ji bo belavkirina hêzên xwe di çarçoveya peymana hevbeş a bi Şamê re hat kirin. Hate diyarkirin tevî ku wezîrê karên derve yê Tirkiye Hakan Fîdan gotibû welatê wî naxwaze bi Îsraîlê re bikeve nava şer, lê tevgerên bilez ên Til Avîvê ji bo zêdekirina armanckirina van deveran, îhtîmala alozbûna leşkerî zêde dike.