Navenda Rengîn ji bo kesên astengdar

Navenda Rengîn a li Hesekê ku di 2019’an de hatiye vekirin navenda yekemîn a lênêrîna astengdaran e. Armanca navendê baweriya zarokan were xurtkirin û tev li civakê bibin.

Navenda Rengîn ji bo kesên astengdar
Navenda Rengîn ji bo kesên astengdar
Navenda Rengîn ji bo kesên astengdar
Navenda Rengîn ji bo kesên astengdar
Navenda Rengîn ji bo kesên astengdar
Navenda Rengîn ji bo kesên astengdar
Navenda Rengîn ji bo kesên astengdar
Navenda Rengîn ji bo kesên astengdar
Navenda Rengîn ji bo kesên astengdar
Navenda Rengîn ji bo kesên astengdar
6 nîsan, 2025   07:45
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM-ZEYNEB ŞÊXO

Navendên lênêrîna zarokên astengdar beşeke bingehîn ji her civaka ku hewl dide edaleta civakî pêk bîne, ye. Ew navend jîngeheke perwerdehî û rehabîlîtasyonê ji zarokên êşên astengiyên fîzîkî yan jî hişî dikişînin peyda dikin.

Ev navend ji bo serxwebûna zarokan, xurtkirina behreyên wan, peydakirina şansên perwerdehiyê y

Ev navend ji bo bilindkirina serxwebûna zarokan û dayîna behreyên pêwîst ji bo têkildan bi civakê re xwedî girîngî ne. Her wiha fersendên perwerdeyê yên taybet ku cudahiyên wan ên takakesî li ber çavan digirin peyda dikin, şiyanên wan ên tevgerî û hişî bi rêya çalakiyên dermankirinê û rehabîlîtasyonê baştir dikin û bi rêya piştgiriya derûnî û civakî ji zarokan re bar li ser malbatan radikin.

Navenda Rengîn a li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê ji dema vekirinê di 2019’an de bê pere xizmetguzariyan pêşkêşî zarokan dikin. Navend di bin çavdêriya Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ye.

JÎNGEHEKE PERWERDEHIYÊ Û REHABÎLÎTASYONA BERFIREH

Navend zarokên astengdar ên 4 salî heta 15 salî pêşwaz dike û bi rêya gelek beşên taybet wan bi pêş dixe.

BEŞA PERWERDEHIYA BINGEHÎN Û REHABÎLÎTASYONÊ

Di vê beşê de zarok li gorî meteryalên guncaw bi şiyanên wan ên hişî re fêrî xwendin û nivîsandinê dibin ku ew behreyên wan ên têkildan û serxwebûnê xurt dikin.

BEŞA DERMANKIRINA XWEZAYÎ Û PIŞTGIRIYA TEVGERÎ

Di vê beşê de zarok tev li rûniştinên dermankirina xwezayî dibin. Armanca ji van rûniştinan şiyanên zarokan ên tevgerî baştir bibin û şiyanên ên pêkanîna çalakiyên rojane xurttir bibin.

BEŞA PIŞTGIRIYA DERÛNÎ Û CIVAKÎ

Gelek zarokên astengdar, ji ber îzolekirina civakî yan jî rewşên dijwar ên malbatî, êşên pirsgirêkên derûnî dikişînin. Ji lew re navend ji wan rûniştinbên rênîşana derûnî û piştgiriya civakî li dar dixin ku bi baweriya wan xurt bibe.

BEŞA ÇALAKIYÊN HUNERÎ Û LÎSTOKÎ

Di vê beşê de çalakiyên mîna xêzkirin, mûzîk, destekarî û werzîşî tên lidarxistin ku behreyên hisî û afirîneriyê yên zarokan xurt bibin.

RÊVEBERIYA PISPOR Û LÊNÊRÎNA BERDEWAM

Navend bi çavdêriya bijîşk û mamosteyên pispor ku ji 20 mamosteyan pêk tê rewşa zarokan dişopînin. Her wiha navend bi koordîna komîteya veguhastinê ya li bajêr re veguhastina zarokan pêk tîne. Bi wê re gihandina zarokan hêsan dike û bar li ser malbatên wan radike.

DESTKEFTIYÊN NAVENDA RENGÎN Û PLANÊN SIBEROJÊ

Ji dema vekirinê ve navendê perwerdeya 3 beşên zarokan bi dawî kirine û niha jî amadekariya pêşwazîya beşa 4’an dike. Desteya Kar û Barên Civakî li ser firehkirina çarçoveya xizmetugzariyê bi rêya vekirina navendeke ku zarokan fêrî pîşeyên cihêreng bike, xebatan dike. Da ku siberoja debara wan misoger bike.

DESTEKDAYÎNA BEHRE Û DERXISTINA ŞIYANÊN ZAROKAN

Navend pêşangehên hunerî yên dorveger li dar dixe. Di pêşangehan de xebatên zarokan tên pêşkêşkirin. Bi wê re fersend ji zarokan çêdibe ku behreyên xwe derxin û qîmetdayîna civakê qezenc bikin.

BANDORA NAVENDÊ LI SER CIVAKÊ

Navendên lênêrîna astengdaran mîna navenda Rengîn ji bo zarok û malbatên wan hêvî ye. Her wiha navend ji wan re derfetên rastîn ên pêşvebirin û tevlêbûna civakê peyda dike. Li kêlek wê jî çanda qebûlkirina pirrengiyê belav dike û piştgiriya beşên paşguhkirî dike ku têgeha edaleta civakî û wekheviyê xurt dike.

Navend rojane saet 8’an sibehê heya 2’yê piştî nîvro vekirî ye. Ev navend ji bo pêşkêşkirina lênêrîn û fêrbûna astengdaran û dabînkirina siberoja wan modeleke pêşeng e.

(fr)

ANHA