Çalakiya li Tişrînê di roja xwe ya 88’an de didome

Çalakiya berxwedêran a li Bendava Tişrînê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker kete roja xwe ya 88’an.

Çalakiya li Tişrînê di roja xwe ya 88’an de didome
5 nîsan, 2025   22:14
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û parastina bendavê, ji 8’ê Çileyê ve li Bendava Tişrînê di nobedariyê de ye.

Îro jî koma 7’an a xelkê kantona Firatê gihîşt bendavê û tev li berxwedanê bû.

Beşdaran diyar kir ku ew ê berxwedan û parastina bendavê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û pişgtgiriya hêzên xwe QSD’ê û YPJ’ê bidomînin.

Îro çalakiya şêniyên herêmê ya li Bendava tişrînê keta roja xwe ya 88’an.

(fr)

ANHA