Eraqçî: Eger tesîsên me yê enerjiyê bên bombebarankirin em ê êrişî şîrketên Amerîkî bikin

Wezîrê derve yê Îranê gef li Amerîka û Îsraîlê xwar ku ger tesîsên wê yên enerjiyê bombebaran bikin, wê Îran şîrketên Amerîkî yên li herêmê bike armanc û diyar kir ku Tehran wê bersiva her êrişekê li ser binesaziya wê ya petrolê bide.

Eraqçî: Eger tesîsên me yê enerjiyê bên bombebarankirin em ê êrişî şîrketên Amerîkî bikin
14 adar, 2026   21:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî hişyarî da ku ger tesîsên wê yên enerjiyê ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve werin bombebarankirin, Tehran wê şîrketên Amerîkî yên li herêmê bike armanc.

Li gorî televîzyona dewletê, Eraqçî anî ziman ku Îran wê bersiva her êrişekê li ser tesîsên wê yên enerjiyê bide: "Ger tesîsên Îranê werin hedefgirtin, hêzên me wê şîrketên Amerîkî yên li herêmê, an jî şîrketên ku DYA tê de xwedî par in, hedef bigirin," di heman demê de diyar kir ku Tehran "wê bi baldarî tevbigere da ku piştrast bike ku deverên qerebalix neyên hedefgirtin."

 (ac)

ANHA