Li Dêrazorê 25 çekdarên komên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî hatin kuştin

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ragihand ku li Dêrazorê 25 çekdarên komên Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hêzên hikumeta Şamêl hatine kuştin. Meclisê daxuyand ku komkujiyên li dijî gelê Dêrazorê hatine kirin bê bersiv namînin.

Li Dêrazorê 25 çekdarên komên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa El Wetenî hatin kuştin
10 tebax 2024   15:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê têkildarî êrişên çekdarên komên Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hêzên hikumeta Şamê yên li ser Dêrazorê û bersivdayîna êrişan, daxuyaniyeke nivîskî parve kir.

Meclisê diyar kir ku di encama bersivdayîna êrişan de 25 çekdarên komên Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hêzên hikumeta hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 2 şervanên li ber êrişan digirt, şehîd bûne û hate gotin êriş û komkujiyên li Dêrazorê bê bersiv namînin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Roja pêncşemê di saetên serê sibehê de, çekdarên rejîma Sûriyeyê û yên bi navê Dîfa El Wetenî êrişeke bejahî da destpêkirin û hewl da bikevin herêmên rojhilatê Dêrazorê yên li ser çemê Firatê. Hemwextî van hewldanan bi obîsên giran û hewanan êriş pêk dianîn.

Ji ber êrişên hovane yên ketober ên hêzên rejîmê yên li ser qadên sivîlan, li Zîban û gundê Letwayê 2 sivîl şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn. Di êrişa hovane ya li ser bajarê Şihêl de jî hejmarek sivîl birîndar bûn.

Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê û Meclisa Leşkerî ya Hecînê tavilê bersiva êrişan da. Zêdetirî 400 çekdar beşdarî êrişê bûbûn. Li derdora gundên Letewa, Dîban, Dernec, Xeranîc û Teyane şerekî dijwar derket. Hêzên me xisarên mezin dan komên çekdar ên êrişkar. Wekî bîlançoya roja yekemîn a kuştiyên çekdaran, tevî berpirsan, 25 çekdarên komên Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hêzên hikumeta Şamê hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn. Piştî têkbirina êrişê hêzên me li herêmên ku çekdaran hewl da bikevinê, operasyona lêgerînê da destpêkirin.

Di operasyonên bersivdayîna êrişên çekdaran de 2 şervanên me şehîd bûn û 10 şervanên din bi sivikî birîndar bûn.

‘ŞÊNIYÊN HERÊMÊ BEŞDARÎ BERXWEDAN Û BERSIVDANA ÊRIŞAN BÛN’

Şêniyên herêmê bi pêkhateyên xwe tevkarî da hêzên me û beşdarî berxwedan û bersivdana êrişan bûn. Tevahî eşîr û qebîleyan êrişên bi armanca herêmê veguherînîn qada şerê navxweyî û rijandina xwînê ji bo xizmeta hêzên derve, red kirin. Aşkera ye ku armanca sereke ya van êrişan kontrolkirina herêmê û derxistina fitneyê ye, dîsa ji bo herêmê veguherînên gola xwînê, wêrankirin û derxistina nakokiyan di navbera pêkhateyên wê yên di bin banê Rêveberiya Xweser de bi hezkirin bi hev re dijîn.

Komên girêdayî hêzên hikumeta Şamê û komên wê yên Dîfa El Wetenî rasterast malên sivîlan kirin armanc. Tevî ku dizanîn ku ev herêm ên sivîlan in, lê dîmenên ku rejîm û milîsên wê malan dikin hedef jî derketin holê.

Wan ji bo ku tola binkeftina çekdarên xwe rake, di saetên destpêka sibeha roja înê de êrişên xwe yên ketober ên bi obîs û moşekan li ser malên sivîlan zêdetir kirin. Van koman ji baregehên xwe yên li aliyê rojava yê çemê Firatê êriş kirin û li gundên Dehle û Cedêdit Begara du komkujî pêk anîn. Di encama van komkujiyan de 11 sivîl ku piraniya wan jin û zarok in, şehîd bûn û 5 sivîl birîndar bûn.

‘KOMKUJÎ BÊ BERSIV NAMÎNIN’

Em Hêzên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ji şehîdên van êrişên nemerdane re dilovaniyê dixwazin. Em soz didin em ê bi hemû hêza xwe erka xwe ya parastina gelê xwe û herêmên xwe ji êrişan bidomînin. Wê komkujî bê bersiv nemînin. Em ê mafê xwe yê parastina rewa ku di tevahî qanûn û zagonên navneteweyî de hatine diyarkirin, bi kar bînin.  Ev êriş dikevin xizmeta rêxistina DAIŞ’a terorîrst ku li derfetekê digere da ku xwe zindî bike û terora xwe li herêmê belav bike.

Ji ber helwesta wan a nîştimanî û piştgiriya wan a bi hêzên me re li dijî êrişan, ji ber rola wan a parastina hevgirtina civakî em tevahî gelê xwe yê Dêrazorê û rûspiyên qebîle û eşîrên herêmê silav dikin û spasiya xwe jê re pêşkêş dikin."

(bb)

ANHA