Dewleta Tirk 7 kes revandin

Dewleta Tirk li Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ciwanekî Kurd revand. Li Efrînê jî 6 kes hatin revandin.

Dewleta Tirk 7 kes revandin
10 tebax 2024   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker 5’ê Tebaxê ciwanê Kurd Henan Ebdurehman Elo (30) ê ji gundê Dîkiye yê bajarê Raco ya Efrînê revandiye. Li gorî çavkaniyan Henan Ebdurehman li Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê hat revandin û hezar û 500 dolar jê hat standin.

JINEK, KEÇA WÊ Û BIRAYÊ WÊ REVANDIN

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li bajarê Efrînê welatiya bi navê Nermîn Adil Mihemed, keçeke wê û birayê wê Malik Adil Mihemed revandin û birin cihekî nediyar.

Çavkaniyan diyar kir ku MÎT’a Tirk Selah Ehmed Siwêdan ê ji gundê Maroniyê yê bajarê Şiyê, Mihemed Mihyedîn (34) û Mihemed Seydo Mistefa yên ji bajarokê Bilbilê revandin û birin cihekî nediyar. Çavkaniyan bi bîr xist ku Mihemed Seydo Mistefa û Mihemed Mihyedîn Cemîl di 26’ê Tîrmehê de bi darê zorê ji Tirkiyeyê hatibûn derxistin û ber bi Efrînê ve hatibûn şandin.

(bb)