HRE’yê şehadeta şervanekî xwe ragihand

Hêzên Rizgariya Efrînê da zanîn ku şervanê wan Soro Berxwedan, duh dema li ser erka xwe bûye, şehîd bûye.

HRE’yê şehadeta şervanekî xwe ragihand
10 tebax 2024   10:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî şehadeta şervanekî xwe ragihand. HRE’yê da zanîn ku şervanê wan Mihemed Hesen (Soro Berxwedan) duh dema li ser erka xwe bûye, tev li karwanê şehîdan bûye.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Hevrêyê me Soro Berxwedan ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de têkoşîn û berxwedana me ya li hember dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên wê de kar û xebatên xwe li herêma Efrînê dida meşandin, di 9’ê Tebaxa 2024’an de dema li ser erka xwe bû, tev li karwanê nemiran bû.

Hevrêyê me Soro Berxwedan li warê berxwedana serdemê, li bajarê Efrînê di malbateke welatparêz de ku xwedî çand û kevneşopa kurdewariyê ne, ji dayik dibe. Hevrê Soro jî wekî her ciwanekî Kurd ê xwedî wijdan dema şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê kir, li ser gelê me û pêkhateyan êriş hatin destpêkirin, berê xwe dide nava refên şoreşê û bi erkên xwe yên welatparêziyê radibe. Bi taybetî piştî ku ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bajarê Efrînê li pêş çavê cîhanê hate dagirkirin û gelê me ji ber kiryarên dermirovî ên dagirkeran neçar man ku ji warê xwe koçî cihekî din bibe. Ji ber van sedeman bêhtir kîn û hêrsa tolgirtinê di dil û mêjiyê hevrê Soro de xurt dibe, ji bo vê daxwaz û armanca xwe pêk bîne jî tev li nava refên hêzên me dibe.

Hevrê Soro bi taybetmendiyên xwe yên balkêş ku bala hemû hevrêyên xwe dikişand, hevalekî ku çi erk û wazîfe jê re hate diyarkirin bi coş û kelecaneke mezin pê ra rabû, xwe tu demê neda aliyekî. Hevrêyekî fedakar û kedkar bû. Hewl da di her milî de xwe pêş bixe. Bi perwerdeyên bîrdozî re hem di aliyê fikrî hem jî di aliyê pratîkê de, xwest ku ji daxwazên demê re bibe bersiv. Bê rawestan, li her deveran bi karê şoreşgertiyê rabû, heya kêliya xwe ya dawî jî her demê bi îrade û baweriyeke xurt ji bo rizgarkirina Efrînê û deverên din ên dagirkirî têkoşiya.

Em wek Hêzên Rizgariya Efrînê, di şexsê malbata hêja ya hevrê Soro Berxwedan de, em sersaxiyê ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em weke hevrêyên wî careke din soz didin ku em ê erkên şoreşê yên ku hevrêyê me Soro radestî me kir bi cih bînin, di şexsê wî de hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînin.

NASNAMEYA ŞEHÎD

Nasnav: Soro Berxwedan
Nav û Paşnav: Mihemed Hesen
Navê Dayikê: Ayşe
Navê Bav: Hesen
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê, 9 Tebax 2024