Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember êrişan daket qadan
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo şermezarkirina êriş û komkujiyên ku hêzên hikumeta Şamê li Dêrazorê daketin qadan û piştgiriya QSD û Rêveberiya Xweser kir.
Hêzên hikumeta Şamê û çekdarên "Dîfa Watanî" ev 4 roj e bê navber gund û bajarokên ewle yên rojhilatê Dêrazorê topbaran dikin. Duh êrişkeran li gundê Dehle û Cidêd Bagara komkujiyek pêk anî.
Şêniyên bajarên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rûspiyên qebîleyên li herêmê û saziyên siyasî û civakî ev êriş şermezar kirin.
Şêniyên bajarê Til Temirê, Dirbêsiyê, Til Koçer, Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê û bi dehan şênî û nûnerên saziyên siyasî û civakî û zarokan li kantona Firatê çalakî li dar xist û daxuyanî da.
Di daxuyaniyan de êrişên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê yên li dijî herêmên ewle yên Dêrazorê hatin şermezarkirin û sersaxî ji malbatên şehîdan re hate xwestin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku hikumeta Şamê dixwaze bi van êrişan ewlehiya herêmê têk bibe û fitneyê belav bike û di encama koordîneya îstixbaratî ya di navbera rejîma Sûriyeyê û Tirk de pêk hat.
Di daxuyaniyê de hate gotin şênî li pişt QSD`ê ne û dê li hember tevahî planên li dijî vîna gelê herêmê bisekinin û rêya neteweya demokratîk û biratiya gelan berdewam bikin ta ku Sûriyeya nenavendî û demokratîk ava bikin.
Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û komîteyên lêpirsînê hate kirin ku rola xwe bilîzin û rê li pêşiya komkujiyan bigirin.
Bang li hikumeta Şamê hate kirin ku heke bixwaze serdestiya welêt bike, divê ji bîr neke ku şêniyên herêmê serdestiya nîştimanî parast û bêyî wan serdestî nîn e.
ANHA
Dirbêsiyê
ŞEHBA
TIL TEMIR
KOBANÊ