Rûspiyên qebîleya El Igêdat êrişên hêzên hikumeta Şamê red kirin

Rûspiyên qebîleya El Igêdat êrişên çekdarên "Dîfa Watanî" û hêzên hikumeta Şamê yên li dijî Dêrazorê şermezar kirin û destnîşan kir ku ew li pişta QSD`ê ne ku li hember êrişan disekine û parastina welat dike.

Rûspiyên qebîleya El Igêdat êrişên hêzên hikumeta Şamê red kirin
Rûspiyên qebîleya El Igêdat êrişên hêzên hikumeta Şamê red kirin
Rûspiyên qebîleya El Igêdat êrişên hêzên hikumeta Şamê red kirin
Rûspiyên qebîleya El Igêdat êrişên hêzên hikumeta Şamê red kirin
11 tebax 2024   04:10
DÊRAZOR
KEWSER EL CASIM

Çekdarên "Dîfa Watanî" û hêzên hikumeta Şamê êrişî bajar û bajarokên rojhilatê kantona Dêrazorê kiribû û di encamê de 13 kes şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn. Di nava kuştiyan de zarok jî hene.

Rûspiyên qebîleya El Igêdat a kantona Dêrazorê sûcên hêzên hikumeta Şamê yên li dijî gelê herêmê şermezar kirin.

Rûspiyê qebîleya El Igêdat a bajarokê El Ezbe Ewad Remadan El Elî got: "Em van êrişan bi tundî şermezar dikin. Divê sûriyeyî ji nakokiyên leşkerî dûr bikevin. Ji ber ku wêraniyê bi xwe re tînin. Armanca wan êrişan, têkbirina ewlehiya herêmê û derxistina fitneyê ye."

Rûspiyê êla El Igêdat a bajarokê Xeşam Subah El Emaş got: "Em sûriyeyî malbatek in û em qebûl nakin kesek were û herêmên me tevlihev bike."

El Emaş wiha domand: "Armanceke van tenê ya êrişên hovane yên li dijî sivîl, zarok û jinan heye ku fitneyê di navbera pêkhateyan de derxin."

El Emaş êriş red kirin û wiha pê de çû: "Em van êrişan qebûl nakin. Em li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) in."

Rûspiyê ji bajarokê Cidêd Igêdat Fethî El Itêş got: "Em rûspiyên Dêrazorê bi QSD`ê re ne û dê tevahî komployên li dijî herêmê bi bin bixin."

El Itêş wiha axaftina xwe domand: "Em li dijî komployên li dijî gelê me ne. Em êrişên hikumeta Şamê û çeteyên wê şermezar dikin. Bi saya QSD`ê em ê vê komployê têk bibin."

(şx)

ANHA