Dijî komkujiya hêzên Şamê çalakiya bêdeng û watedar
Rûspiyên eşîran û şêniyên bajarê Hesekê komkujiya ku komên girêdayî Hikûmeta Şamê li Dêrazorê pêk aniye, bi çalakiyeke bêdeng şermezar kir, peyamên xwe bi pankartan dan.
Komên çekdar ên girêdayî hikumeta Şamê duh li gundên Dehla û Cedîdet Begara yên rojhilatê Dêrazorê komkujî pêk anî. Di encama êrişan de tevî zarok û jinan 11 sivîl şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn.
Bi armanca şermezarkirina komkujiyê, îro li bajarê Hesekê bi pêşengiya Partiya El Weten El Sûrî çalakiyeke bêdeng hat lidarxistin.
Çalakî li Çerxerêya Sînalko ya Hesekê hat lidarxistin û rûspiyên eşîran û gelek welatî tevlî bûn.
Di çalakiyê de wêneyên qurbaniyên komkujiyê hatin hildan û bi pankartên wekî, "Xwîna zarokên me ji bo me hêja ye", " Yên zarokên me qetil dikin, meşrûiyeta wan nîn e" helwest hat nişandan.
(bb)
ANHA