Baregeha DYA’yê ya li Rimêlanê hat bombebarankirin

Balafirên bê mirov ên bi çek êrişî baregeha DYA’yê ya li gundê Xerab Cîr ê Rimêlan kir.

Baregeha DYA’yê ya li Rimêlanê hat bombebarankirin
10 tebax 2024   08:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Saet di 24.30’an de baregeha DYA’yê ya li gundê Xerab Cîr ê Rimêlanê bi du balafirên bê mirov ên bi çek hat bombebarankirin.

Li gorî çavkaniyan, balafirên bê mirov ên bi çek ku ji Iraqê rabibûn êrişî baregeha DYA’yê ya li gundê Xerab Cîr kir.

Çavkaniyan diyar kir ku balafirek di hundirê baregehê de teqiya û ya din ji aliyê leşkerên DYA’yê ve hat îmhakirin.

Heya niha agahiyên der barê encamên êrişê û kesên li pey êriş wê nehatin zanîn.

(bb)

ANHA