‘Dewleta Tirk ji bo ku hevdîtinan qedexe bike girtîgeha Îmraliyê kiriye herêmeke leşkerî’

Hiqûqnasan diyar kir ku dewleta Tirk girtîgeha Îmraliyê kiriye herêmeke leşkerî da ku nehêle parêzer serdanê bikin û rewşa qanûnî û tenduristî ya Rêber Abdullah Ocalan nas bikin. Her wiha destnîşan kir ku dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan derqanûnî ye û li dijî destûra Tirkiyeyê ye jî.

‘Dewleta Tirk ji bo ku hevdîtinan qedexe bike girtîgeha Îmraliyê kiriye herêmeke leşkerî’
11 tebax 2024   03:10
TEBQA
RÎNAD EL ELÎ

Dewleta Tirk a dagirker tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne û serdana parêzeran qedexe dike. Hiqûqnasên li Tebqayê jî diyar kir ku ev tecrîd, derqanûnî ye û divê dewleta Tirk vê siyasetê rawestîne.

Şadî El Îbrahîm got: "Girtîgeha Îmraliyê, li dijî destûra Tirkiyeyê hatiye avakirin. Yanî ew derqanûnî ye."

El Îbrahîm wiha domand: "Tevahî biryarên ji rêveberiya vê girtehê derdikevin, betal in. Ji ber ku pergala li girtîgehê, ne li gorî destûra Tirkiyeyê. Dadgeha Ewropayê di biryara xwe ya dawîn de têkildarî girtîgeha Îmraliyê ev piştrast kiribû."

El Îbrahîm îşaret bi rapora CPT`yê ya sala 2022`yan kir û tê de destnîşan kiribû ku girtîgeh hem ji aliyê tecrîdê hem jî ji aliyê cihê ve, mîna wê li seranserî cîhanê tune ye.

El Îbrahîm diyar kir ku Tirkiye ji bo ku tecrîdê girantir bike û nehêle peywendî bi malbat an jî bi parêzeran re deyne, 3 madeyên têkildarî Rêber Abdullah Ocalan li qanûna cezayan a Tirkiyeyê zêde kiriye.

Parêzer Ehmed Şaban El Ehmed sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û anî ziman ku dewleta Tirk bi van sûcan, qanûnên xwe û yên cîhanê, rêgezên mafên mirovan û yên Neteweyên Yekbûyî (NY) binpê dike.

El Ehmed wiha domand: "Tirkiyeyê Îmralî kiriye herêmeke leşkerî ku nahêle parêzer serdana wî bikin û rewşa wî ya qanûnî û tenduristî nas bikin."

Parêzer Ebdulhemîd El Xemrî jî diyar kir ku parêzerên navneteweyî ji bo ku muwekîlê xwe bibînin 110 daxwaznameyên hevdîtinê ji dozgerê giştî yê bajarê Bursayê û rêveberiya girtîgeha Îmraliyê re pêşkêş kirine, lê heta niha hemû hatine redkirin.

El Xemrî got Tirkiye van sûcan wek kaxizeke zextê bi kar tîne û da zanîn ku li dijî qanûnên navneteweyî û peymanan e û heta li dijî destûra Tirkiyeyê bi xwe ye.

El Xemrî di dawiyê de bang li desteyên herêmî û navneteweyî, Rêxistina Efûyê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kir ku rewşa girtiyên siyasî yên li Îmraliyê aşkera bikin û bi rêya qanûna "mafê hêviyê" wan serbest berdin.

(şx)

ANHA