Bavê şehîd Yasîn: Ji malbatê tenê zarokek rizgar bû

Bav û bapîrê şehîdên komkujiya Dehle ew ji ketina moşekê li ser mala Yasîn ku tenê ji malbata wî zarokek rizgar bûye, matmayî man.

Bavê şehîd Yasîn: Ji malbatê tenê zarokek rizgar bû
10 tebax 2024   18:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi çavên stêr, bavê şehîd Yasîn, Elî El Ubeyd tiştê berbanga roja înê (9ˊê Tebax) bi serê wan de hatiye got: "Saet di 2ˊyan nîvê şevê moşek bi ser me de hat û di encamê de 7 kes ji malbata min şehîd bûn."

Bi dilsotî El Ubeyd got: "Zarokek 5 salî ji malbatê rizgar bû."

Di êrişên komên Dîfa El Wetenî û komên din ên hêzên hikumeta Şamê li dijî gundên Dehle û Cidêdit Begara de 11 kes şehîd bûn, her wiha tevahî top û guleyên hawn û obîsan li malên welatiyan ketin.

Li aliyekî din jî şêxê eşîra El Bûrehme Fewaz El Weys axivî û got: "Saet 2ˊyan berbanga roja înê (9ˊê Tebaxê) guleyên obîs û hawnan li maleke sivîlan ket, di encamê de 7 kes di nav de 4 zarok şehîd bûn."

El Weys piştgiriya xwe ji QSDˊê re nîşan da û got: "Helwesta me ji bo QSDˊê zelal e û tu nîqaş li ser vê yekê tune ne."

El Weys berpirsiyariya komkujiya ku li Dêrazorê pêk hatiye hilgirt ser komên girêdayî hêzên hikumeta Şamê û wiha li gotina xwe zêde kir: "Em komên Dîfa El Wetenî û komên din ên hêzên hikumeta Şamê berpirsê van êrişan dibînin. Em wan bi tundî li ser van êriş û komkujiyan şermezar dikin."

El Weys wiha dawî li gotina xwe anî: "Em rûspî û şêxên gundê Dehle bi QSDˊê re ne û ger were xwestin em ê li kêlek wan şer bikin."

(fr)