Eşîrên Girkê Legê: Armanca êrişan derxistina fitneyan e

Rûspiyên eşîrên bajarê Girkê Legê û gundewarên wê êrişên koma Dîfa El Wetenî yên girêdayî hikumeta Şamê li dijî gundewarê Dêrazorê şermezar kirin û got armanca van êrişan derxistina fitneyan di nava pêkhateyên bi rêgezên demokratîk û biratiya gelan bawer dikin de ye.

Eşîrên Girkê Legê: Armanca êrişan derxistina fitneyan e
10 tebax 2024   22:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo şermezarkirina êrişên li dijî gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê û komkujiya li dijî xelê kantonê ji hêla koma Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hikumeta Şamê ve rûspî û şêxên eşîrên bajarê Girkê Legê û gundewarên wê li kantona Cizîrê daxuyaniyek da.

Nûner û rûspiyê eşîra Benî Sebe El Erebiye Salih Ehmed Mihemed li bajarokê Rimêlanê daxuyanî xwend.

 Daxuyaniya rûspiyên eşîrên Girkê Legê wiha ye:

"Em xelk, rûspî û eşîrên bajarê Girkê Legê êrişên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên girêdayî hikumeta Şamê ku 4 roj e dewam dikin, şermezar dikin. Ew bi awayekî ketober û bi çekên giran gundên rojhilatê Dêrazorê topbaran dikin. Di encama êrişê de li gundên Dehle û Cidêdit Begara komkujî pêk hat.

Armanca êrişên pêkanîna bêîstîqrariyê û derxistina fitneyan di navbera pêkhate û eşîrên bi rêgezên demokratîk û biratiya gelan bawer dikin de ye.

Em piştgiriya QSDˊê dikin û bang li komîteyên lêpirsînê dikin ku bi rola xwe têkildarî êrişan û komkujiyan rabin.

Her wiha bang li hikumeta Şamê dikin ku der barê planên dewleta Tirk a dagirker ên bi hewldana dagirkirina herêmên din ên Sûriyeyê helwesteke nîştimanî ya Sûriyeyê nîşan bide.

Em hikumeta Şamê bi bîr dixin ku wê serweriya li ser erdnîgariya welat xwest û divê rastiya wê bizane û xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parastina serweriya Sûriyeyê kir û bêyî vîna vî gelî tu serwerî tune ye."

(fr)