Şehîdê bersiv daye êrişên li ser Dêrazorê hat oxirkirin

Xelkê bajarê Hesekê û gundewarên wê cenazeyê şervanê Hêzên Komandos ên girêdayî (QSD) şehîd Mihemed Hesen El Seyid oxir kir.

10 tebax 2024   21:47
HESEKÊ

Xelkê bajarê Hesekê, gundewarên wê, nûnerên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û meclisên wê yên leşkerî, rûspî û şêxên eşîran berê xwe da Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê Hesekê û şervanê Hêzên Komandos ên girêdayî QSDˊê Mihemed Hesen El Seyid oxir kir. Mihemed El Seyid di 7ˊê Tebaxê de di bersivdana êrişên çekdarên koma Dîfa El Wetenî û komên din ên giêrdayî hikumeta Şamê li ser gund û bajarokê rojhilatê Dêrazorê de şehîd bû. 

Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme El Elî axivî û got: "Tiştê di vê dawiyê de li Dêrazorê diqewime, komployeke nû û ya qirêj ji hêla komên girêdayî hikumeta Şamê ve ye. Ew hewl didin vîna me têk bibin. Lê bi sekna me li gel QSDˊê tevahî komplo hatin têkbirin."

Li aliyekî din jî yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê axivî û got: "Bi saya fedakariyên şehîdan tu kes nikar vîna me têk bibe û çeka şehîd Seyid dê li erdê nemîne. Kes hene dê hilgirin û rêça wî bişopînin."

Endamê rêveber ê Meclisa Rûspiyan a Kantona Dêrazorê Ekrem El Mehşoş axivî û got: "Tiştê me diêşîne, şehîd Mihemed bi destê dijmin nehat qetilkirin, bi destê sûriyeyî bû. Em bi hêvî bûn bi destê dijmin şehîd bibûya. Lê komên hikumeta Şamê û milîsên Îranê û koma Dîfa El Wetenê yên girêdayî hikumeta Şamê neyitên xwe yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera kirin. Navê xwe kirine artêşa eşîran, lê eşîr ji wan dûr e."

El Mehşoş wiha domand: "Eşîr zarokên xwe qetil nakin. Mixabin hin çekdar ji xelkê malbatên mezin ên eşîran van tevgeran ji bo berjewendiyên Tirkiye-Îranê û çeteyên wan bi rê ve dibin. Nîşaneya vê yekê şehîdbûna Mihemed bi destê wan e."

El Mehşoş di dawiyê de got: "Em bi tevahî eşîrên xwe li kêlek QSDˊê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk in, ji ber ku em bi wan bawer in. Lê yên me qetil dikin û komkujiyan li dijî zarokên me pêk tînin nûnertiya me nakin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

(fr)